Di şerê li Şengalê de bi dehan çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ’ên yê gundê Mediban yê li geliyê Şîlo kirin. Di şerê li vir de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ ên li geliyê Şîlo kirin.

Hêzên YBŞ/YJŞ'ê di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan. Şerê ji ber vê êrîşê derket, dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, bi dehan çete hatine kuştin û cenazeyên gelek ji wan di destê hêzên YBŞ/YJŞ'ê de ne.

Tê payîn Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê di vê der barê de daxuyaniyekê bide.