YPS: Şerê li Wanê ev du roj in dewam dike
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li navçeya navendî ya Wanê Îpekyolû ev 2 roj in di navbera yekîneyên wan û çeteyên Qesrê de şer diqewime.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de hat gotin, "Ev du roj in li navçeya navendî ya Wanê Îpekyolû, di navbera yekîneyên me yên YPS'ê û çeteyên qesrê de şer diqewime. Ev şer hînê dewam dike. Agahiyên berfireh wê piştre bên eşkerekirin."
AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYA 3 ENDAMÊN YPS'Ê YÊN LI NISÊBÎNÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
Di dewama daxuyaniyê de, agahiyên li ser nasnameya 3 şervanên di mehên Nîsan û Gulanê de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:,
"Kawa Çekdar / Vakkas Tumen / Alî / Di meha Gulanê de şehîd ket
Xeyrî Şehmûs / Serdar Dogan / Halîme-Saît / Di meha Nîsanê de şehîd ket
Xeyrî Dêrik / Mehmet Abdullah Ûcal / Sûltan-Osman / Di meha Gulanê de şehîd ket
Hevalên me Xeyrî Şehmûs û Kawa ji roja tevlî berxwedanê bû û pê ve bi coş û moraleke mezin li dijî çeteyên qesrê şer kirin. Hevalê me Xeyrî Dêrik jî kedeke mezin tevlî berxwedanê kir. Her sê hevalên me yên di şerê berxwedanê yê li dijî dijmin de taktîkeke dewlemend afirandin, li dijî komkujiyên li hemberî gelê Kurdistanê tên kirin, bêdeng neman."