Depoya Weşanxaneya Avesta hate şewitandin

Depoya Weşanxaneya Avesta ya li Taxa îskenderpaşa ya li Sûrê ji aliyê kesên nayên zanîn hate şewitandin.

Depoya Weşanxaneya Avesta ya li Taxa îskenderpaşa ya li Sûra Amedê duh êvarî ji aliyê kesên nayên zanîn hate şewitandin. Agirê li odeyek depoya ji 2 odeyan pêk tê pêket, ji aliyê welatiyên ku nimêja terawîha vedigeriyan ve hate temirandin. Berpirsê Weşanxaneya Avesta ya Amedê Songul Keskîn têkîldarî şewata bû sedema zirara madî agahî da, diyar kir ku şopên mîna hatiye şewitandin hene, got: “Li odeya ku depo hatiye şewitandin, tevî caxên hesin jî pirtûk hatine dafdan û hatine xistin.” Keskîn da xuyakirin têkîldarî mijarê gilî kirine.