Ebu Emced: Minbic mifteya bakurê Helebê ye

Fermandarê Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Ebu Emced li ser girîngiya Bajarê Minbicê ji ANF re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Ebu Emced diyar kir ku Operasyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla berdewam e û di demeke kurt de gavên mezin hatine avêtin,  ji sedî 85 gundewarên Minbicê hatin rizgarkirin.  Ebu Emced got: "Operesyona me ya rizgarkirina Minbicê ya bi navê Operesyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla heta niha berdewam e. Li gor pêşketin û gavên ku hatine avêtin em Operesyonê serkeftî dinirxînin."

Ebu Emced destîşan kir ku şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja xwe ya 11’an de çeteyên DAIŞ'ê di navenda bajarê Minbicê de dorpêç kirine û êdî çete nikarin bi hêsanî tevbigerin. Ebu Emced wiha got: "Di roja 11’an hêzên me bi piştgiriya HSD'ê, di bajarê Minbicê de ji çar aliyan Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava çeteyên DAIŞ'ê dorpêç kirin, ew nikarin di hundirê bajêr de jî tevbigerin, ketin û derketina wan ji derveyî bajêr jî nemaye."

Ebu Emced di axaftina xwe de der barê girîngiya Minbicê axivî û diyar kir ku bajarê Minbicê ji bo çeteyê DAIŞ'ê pir girîng û stratejîk e. Ebu Emced got: "Ji bo çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê pir girîng e. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku ji Tirkiyeyê derbasî Cerebûsê dibin, li Minbicê bi cih dibin. Her wiha Minbic jî ji çeteyan re stratejîk e. Ji ber ku Minbic bajarê ku rêya Reqa û Helebê ye. Di Minbicê re çeteyên DAIŞ'ê berê xwe didin Helebê. Ya din jî Minbic ji bo êrîşî herêmên Şehba bikin bi kar tînin."

Di dawiya axaftina xwe de Ebu Emced bi lêv kir ku ji bo vekirina rêya herêmên Şehba bajarê Minbicê kilîde. Ji ber ku hemû rêkên stratejîk ên di Bakurê Helebê de li Minbicê digihêjin hev.

Hêjaye gotinê ku Bajarê Minbicê derdora 40 kîlometreyan li başûrê sînorê Tirkiyeyê ye û 80 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Helebê. Rêka Navneteweyî ya navbera Heleb-Reqa, di Minbicê re derbas dibe.

...