Li Minbicê Zanîngeha El-Itîhad û 4 gund hatin rizgarkirin
Zanîngeha El-Itîhad û 4 gundên ku pir nêzî bajarê Minbicê ne, ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
Zanîngeha El-Itîhad û 4 gundên ku pir nêzî bajarê Minbicê ne, ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de Zanîngeha El-Itîhad a Taybet ku 4 km dikeve rojavayê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Ev zanîngeh li ser rêya Minbic û Babê ye.
Şervanên Minbicê her wiha gundê Mişêrfê El-Sexîra û gundê El-Sultaniyê ku tenê yek km dikevin rojhilatê Minbicê, gundê El-Kabiriya El-Kebîra û El-Kabiriya El-Sexîra yên li ser riya Minbic-Reqqa û ew jî tenê kîlometreyekê dûrî bajêr in, rizgar kirin.
‘Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyan gav bi gav bi rizgarkirina deverên stratejîk û girîng didome.