Çeteyan li Hiwêcayê 5 ciwan înfaz kirin

Derket holê, çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Hiwêcayê, 5 ciwan bi îdîaya 'sîxuriyê' înfaz kirine.

Derket holê, çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Hiwêcayê, 5 ciwan bi îdîaya 'sîxuriyê' înfaz kirine.

Li Başûrê Kurdistanê bajarokê Hiwêcayê, tê gotin çeteyên DAIŞ'ê li meydana bajarok bi îdîaya 'sîxurî ji hikûmetê re kirine' serê 5 ciwanan jê kirine.

Li aliyê din, şêniyên El-Hiwêcayê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê di van rojên dawiyê de bi heman hincetê ji bajarok 30 ciwan revandine. 

El-Hiwêca bajarokekî bi 55 km'yan li rojavayê bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê. Ev bajarok ji sala 2014'an û vir di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye.