Li Pilûrê li dijî Qereqola Jendermeyan çalakî
Li dijî Qereqola Jendermeyan a di têketina navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek bi roket û çekên luledirêj hate lidarxistin.
Li dijî Qereqola Jendermeyan a di têketina navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek bi roket û çekên luledirêj hate lidarxistin.
Li gor agahiyan, gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya ku di têketina navçeya Pilûr a Dersîmê de ye, saet nêzî 20.40’an çalakî li dar xistin. Mirî û birîndarên di encama êrîşê de nehatin hînbûn. Gelek ambûlans sewqî qada bûyerê hatin kirin. Piştî êrîşê têketina herêmê li welatiyan hate qedexekirin. Li navenda navçeyê tevgera wesayîtên zirxî yên Kobra û tevgera hewayî didome.