Li Wanê 50 kesan Bînalî Yildirim pêşwazî kirin

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di ziyareta xwe ya Wanê de, li ber avahiya AKP’ê ji aliyê 50 kesî hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di ziyareta xwe ya Wanê de, li ber avahiya AKP’ê ji aliyê 50 kesî hate pêşwazîkirin.

Yildirim piştî 50 kesên li ber avahiya AKP’ê silav kir derbasî avahiyê bû, li vir bi rêveberan re civîn li dar xist. Piştre ji bo tevlî fitara li Şaredariya Tûşbayê bibe ji wir veqetiya.

Dema Yildirim ji Qada Beşyolê derbas dibû jî bi sedan polîsên li derdor kom bûn, ti kes nêzî otobusê nekirin.

Wan a ku tevahî rê hatibûn girtin, wek di dorpêçê de bû. Li ser otobusa Yildirim jî tîmên taybet hatin bicihkirin.

...