Li Wanê şer qewimî

Li taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû, di dema serdegirtina li malekê de duh bi şev şer derket. Di vî şerî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû, di dema serdegirtina li malekê de duh bi şev şer derket. Di vî şerî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şerê duh bi şev saet di 01:00 de destpê kir, heta saet 11:00 ê danê nîvro dewam kir. Tê gotin, di şer de 3 kes jî birîndar bûne.

Nehat zanîn, cenazeyên 2 kesan bi ku ve birine. Li gorî agahiyan, çeteyên Qesrê 2 malên li taxê bi kepçeyên zirxî hilweşandine. Heywanên li axura van xaniyan, ji ber vê hovîtiya çeteyên qesrê mirin. Herêm hînê dorpêçkirî ye.