BI DÎMEN

Li Kerkûkê semînera li ser ol û welatparêziyê

Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê li ser mijarên ol û welatparêziyê semînerek lidar xist.

Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê li Kerkûkê li ser mijarên ol û welatparêziyê semînerek lidar xist. Semîner li navenda tevgera ciwanan a li taxa Rehîmawa pêk hat û tevî bi sedan ciwanên Kerkûkê, Hesen Cûdî weke qiseker lê amade bû.

Cûdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya welatparêziyê û got, "Welatparêzî bêguman têgîneke piralî ye. Ev têgîn, dilsoziya bi civaka xwe û xizmeta jê re ye. Pêşengiya ji civakê re ye. Dema mirov endama/ê civakeke mîna Kurdan be, hingî barê mirovan bi du, sê qatan girantir e. Ji ber ku bi sedan salan êrîşêın qirkirina çandî û fîzîkî ya hêzên mêtînger li hemberî civaka Kurd tên kirin."

Hesen Cûdî têgihîştina çewt a hin derdoran li ser mijara welatparêziyê nirxand û got, "Hin derdor bi siyaseta welat, alê  li herêma me desthilatdariya xwe didomîne. Dibêje 'ez ji her kesî bêhtir dilsozê gelê xwe û axa xwe me. Axa welêt ji bo min namûs e'. Lê belê dema tu li rewşê dinêre dibîne, leşkerên dijmin tîne li ser vê xaka jê re dibêje namûs û dayik e, bi cih dike. Ev welatpaêziyeke çawa ye? Lewma divê em têgîna welatparêziyê rast destnîşan bikin.

Her kes 'dibêje ez welatparêz im'. Gelo ev kes erk û wezîfeyên welatparêziyê bi cih tînin? Çiqasî xizmetê ji civakê re dike? Di çarçoveyeke demokratîk de çiqasî guhertin û veguhertinê dike? Çiqasî pêşengiyê dike? Pêwîste em van hemûyan baş binirxînin. Yên ku bi bikaranîna hestên me yên welatparêziyê tên ser desthilatdariyê, em welatparêziya wan dibînin! Gelo ti ji van ji bo vê civakê tiştekî dike? Na. Bi tenê dizî, talan û zordariyê dikin. Lewma têkoşîna li dijî feraetên bi vî rengî, erka welatparêziyê ye. Welatparêzî xizmet û têkoîna ji bo berjewendî û siberoja civakê ye."

Cûdî di beşeke semînerê de jî ol nirxand û anî ziman, dîn amûrek ji bo xwegihandina heqîqetê ye. Cûdî got, "Mixabin civakên li Rojhilata Navîn gelekî bi dogmatîk nêzî ol dibin. Ev yek jî rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Civakek ketiye nava dogmatîzmê, civakek kole ye ku li guherîn û veguherînê girtî ye."

Cûdî destnîşan kir, ku wan kengî ol ji bo xwegihandina rastiye bi kar anîn, ew ê hingî rastiya olî bijîn û ji sextekariyan rizgar bibin.