KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên Narî û Armet hatin teşxîskirin
Cenazeyên Ferdî Narî û Sezgîn Armet ên li Wanê 10'ê Hezîranê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin teşxîskirin. -
Bayik: Civakîbûn xurtkirina hêza berxwedanê ye
"Rojên xebat û jiyana komunal ev roj in. Kevneşopî û baweriya gelê me civakî ye. Di vê meha pîroz a Remezanê de mîna pêwîstiyeke bawerî û kevneşopiya me em hevkariya civakî bilind bikin, bi civakîbûna xwe re jî hêza berxwedanê bilind bikin." -
Ji YJA Starê çalakiyên xurt: Herî kêm 12 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê, encamên çalakiyên hêzên YJA Starê yên li Şemzînan, Mûş, Amed û Sêrtê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama van çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatine kuştin. -
'Heta ku hebûna Kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, wê bi ti hêzê re hevdîtin neyê kirin'
KCK: Heta ku di çarçoveya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hebûna Kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, jiyana azad û demokratîk a Kurdan neyê qebûlkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ti hêza siyasî re hevdîtinê neke. -
Li Akademiya Hunerê ya Ş. Yekta Herekol şahiya fîlman
Şoreşa Rojava, tevî serketinên xwe yên leşkerî û siyasî, di qada çand û hunerê de jî bi pêş de diçe. Şagirtên sînema yên Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol a li Tirbespiyê, fîlmên xwe yên piştî perwerdeya ji 8 mehan kişandin, nîşan dan. -
Dîmenên çalakiya li Şemzînanê
Dîmenên çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê ya li hemberî Alaya Garê û Girê 'Genîş' ên li Şemzînanê di 10'ê Hezîranê de hat lidarxistin, ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin. -
Heyeta KCD'ê ya diçe Şirnexê li Dihê hat rawestandin
Rêxistinên civakî yên sivîl ên bi pêşengiya KCD'ê berê xwe dan Şirnexê, li navçeya Dihê ya Sêrtê hatin rawestandin. -
Li Minbicê 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li gundê Resîm El-Exder û sîloya genim a Minbicê (Sawma), di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, di vî şerî de 9 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Artêşa Tirk çekên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne
Bombeyên mîsket ên li 109 welatên cîhanê hatine qedexekirin, li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla tên bikaranîn. ANF'ê xwe gihand dîmenên vê çeka li Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve tê bikaranîn. -
Hevserokê HDP'ê yê pê li mayînê kir, bi giranî birîndar bû
Hevserokê HDP'ê yê Xirvatê Zubeyîr Ceylan ê li sewalên xwe yên winda bûn digeriya, pê li mayînê kir û bi giranî birîndar bû. -
Yekîneyên leşkerî yên veşartî sewqî Giyadînê kirin
Hate ragihandin, li gundikê Ketê yê ser bi gundê Taşkesan ê Giyadînê, yekîneyên leşkerî yên payebilind hatine bicihkirin. -
Li Şirnexê dehl û rezên gundiyan dişewitînin
Çeteyên AKP/Qesrê, dehl û rezên gel ên li Şirnexê şewitandin. -
'Di dema DAIŞ'ê de jiyan li me herimî bû'
Mirovên li herêmên Minbicê yên hatin rizgarkirin dijîn, ji ber xelasiya ji zilma DAIŞ'ê kêfxweş in. -
Gundê Til Refîi yê Minbicê ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Til Refîi ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Wêneyên çekên li Şemzînanê ji ser leşkeran hatin rakirin
Wêneyên çekên di çalakiya gerîla ya 10'ê Hezîranê ya Şemzînanê de hatin rakirin, bi destê me ketin. Tê payîn, dîmenên çalakiyê û çekên hatine rakirin di demeke kurt de di malpera Gerîla TV de werin weşandin. -
'Ji bo gelên Kurdistanê piştgirî divê!
Ji bo gelek bajar û navçeyên Kurdistanê yên ji aliyê AKP/Qesrê ve hatine talankirin, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiryê ya Rojava, kampanya tê meşandin. Ji bo vê kampanya alîkariyê jî banga tevlîbûnê tê kirin. -
YBŞ: Rojavayê Geliyê Şîlo ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kir, hêzên wan şevê din li hemberî çeteyên li rojavayê Geliyê Şîlo bi cih bûbûn çalakiyek pêk anîn û di encamê de ev herêm ji çeteyan paqij kirin. Fermandariyê ragihand, di vê çalakiyê de 6 çete hatine kuştin. -
'Dewleta Tirk hovîtiya salên 90'î xistiye meriyetê'
Şêniyên gundên Colemêrgê nerazîbûn nîşanî êrîş, şer û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dan û gotin, "Ev êrîş di salên 90'î de bi serkeneketin, îro jî wê bi sernekevin." -
Şervanên Minbicê: Em ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bi desteka hêzên QSD'ê hat destpêkirin, di roja 16. de ye. Şervanên azadiyê diyar kirin, ew meşa xwe ya ber bi serketin û azadiyê ve dewam dikin. -
Li hemberî buroya Tevgera Azadî ya Helebçeyê êrîşa bombeyî
Ber destê vê sibehê, li hemberî buroya Tevgera Azadî ya li bajarê Helebçeyê êrîşek bombeyî hat kirin. Ji ber êrîşêk kesek birîndar bû. -
Li kampên AFAD'ê destavêtin û destdirêjî gelekî zêde ne
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl da xuyakirin, ku Tirkiye li şûna parastina penaberan wan li derve û hundir bi kar tîne û diyar kir, ji bo raya giştî bi destavêtin û destdirêjiya li kampên AFAD'ê nehese, bûyer tê nixumandin. -
'Dewleta Tirk zerareke mezin dide xwezayê'
Bomberdûmana qadên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve, hem xisarê li cotkaran dike hem jî zerarê dide mêşên hingiv ku di nava xwezayê de xwedî cihekî girîng in. -
'Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye'
Rewşenbîran diyar kirin, Bexdayê ji bo Kerkûkê tiştek nekiriye û anîn ziman, Kurdan ji bo Kerkûkê ji DAIŞ'ê biparêzin canê xwe feda kirine. Rewşenbîran gotin, "Kurdan Kerkûk parastin. Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û divê tevlî Kurdistanê bê kirin." -
Çeteyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Ûm Adese yê Mibicê wesayîta bombebarkirî teqandin. Di teqînê de 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Endama KJA’yê Şehrîban Altûnişik di nava kesên ku li Şirnexê hatibûn qetilkirin de bû
Nasmaneya endama KJA’yê Şehriban Altûnişik a ku di encama êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qeserê ya li ser Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû bi nimûneya lihevhatina tiliya wê, hate teşxîskirin.