Hevserokê HDP'ê yê pê li mayînê kir, bi giranî birîndar bû

Hevserokê HDP'ê yê Xirvatê Zubeyîr Ceylan ê li sewalên xwe yên winda bûn digeriya, pê li mayînê kir û bi giranî birîndar bû.

Hevserokê HDP'ê yê Xirvatê ya navçeya Gever a Colemêrgê Zubeyîr Ceylan ê ji bo sewalên xwe yên winda bûbûn bibîne derket ereziyê û pê li mayînê kir. Hate hinbûn ku her du lingê Ceylan qut bûne û ji ber ku ambulans û helîkopter nehatin welatiyên ku hatin cihê bûyerê ew birin nexweşşaneyê. Piştî ku 15 kîlometre meşiyan Ceylan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate hînbûn ku xetereya jiyanê ya Ceylan heye.