Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl li ser bûyerên destavêtin, destdirêjî û îstîsmara zayendî yên li kampên ji konan ên AFAD'ê yên li navçeyên Dîlok Nîzîp, Karkamiş û Îslahiyeyê diqewimin, ji ANF'ê re axivî.
Togrûl diyar kir, ev bûyer nû nînin û bibîr xist, bûyera îstîsmara zayendî ya 30 zarokan par li kampa AFAD'ê ya li Nîzîpê rû da. Togrûl da xuyakirin, ku ji bo lêkolînkirina bûyerê wan serî li Midûriyeta Giştî ya AFAD'ê dane û çûne wê derê, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayîn, ji bo lêkolîn bikin.
Togrûl da zanîn, heman piştî bûyeran li kampa AFAD'ê ya li Nîzîpê, rewşeke din a bi heman rengî li kampa li Îslahiyeyê rû da û got, "Li temamiya kampên AFAD'ê jin û zarok bi vî rengî tên bikaranîn. Ev rastiyeke û ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Em dizanin, li kampa AFAD'ê ya li navçeya Karkamişê jî, dest avêtine jinan. Me xwestin balê bikişînin ser vê yekê. Lê mixabin kampên kirine weke qutiya girtî, nikarin bên kontrolkirin. Li heyetên serbixwe girtî ne."
'BEŞEK JI ZAROKÊN DESTDIRÊJÎ Û DESTAVÊTIN LI WAN HATIN KIRIN, WINDA NE'
Togrûl diyar kir, ji sedî 10 ê penaberên ji Sûriyeyê hatine li kampan dimînin, yên din jî li navendên bajaran belav bûne. Togrûl got, "Li kampan ev pirsgirêk rû didin, lê em nizanin li nava bajaran pirsgirêkên bi çi rengî hene. Di vî warî de tedbîreke cidî nîne. Em dizanin temamiya kampên AFAD'ê yên li Tirkiyeyê îstîsmara zarokan û bûyerên destavêtina li jinan, rû didin. Em pê hesiyan ku beşek ji zarokên li kampa AFAD'ê ya li Nîzîpê bûn hedefa destavêtin û destdirêjiyê, winda ne. Me ev hemû ji rayedaran pirsîn, lê mixabin hînê di vî warî de rayedaran ti gav navêtine. Vê gavê jî li kampan pirsgirêkên bi heman rengî dewam dikin." Togrûl xwest, saziyên mîna AFAD'ê divê ji çavdêrî û kontrolkirina heyetên serbixwe re vekirî be.
'TIRKIYE LI ŞÛNA PARASTINA PENABERAN, WAN HEM LI HUNDIR HEM JÎ LI DERVE MÎNA AMÛREKÊ BI KAR TÎNE'
Parlamenter Mahmût Togrûl da zanîn, weke HDP'ê ew ê bûyerên li kampên AFAD'ê rû dane û yên rû bidin bişopînin û ji bo kampên AFAD'ê li çavdêrên serbixwe re bên vekirin, ew ê têbikoşin.
Togrûl da xuyakirin, rayedarên li Tirkiyeyê li şûna parastina mirovên xwe li wan girtine, wan li derve û hundir mîna amûrekê bi kar tînin û got, "Meseleya penaberan li derve kirine meseleyeke bazarê. Li hundir jî penaberan li nava derdorên mûxalîf bi cih dike û ji bo xerakirina demografiya herêman, weke amûrekê bi kar tîne. Têkildarî kampan fikarên me zêde ne. Her wiha li ser penaberên li derveyî kampan dijîn jî, fikarên me yên cidî hene. Bi taybetî em bi endîşe ne ku zexta zewaca bi zorê û fûhûşê li jinan tên kirin. Em ê van bişopînin û bi raya giştî re parve bikin."