Şervanên Minbicê: Em ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin

Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bi desteka hêzên QSD'ê hat destpêkirin, di roja 16. de ye. Şervanên azadiyê diyar kirin, ew meşa xwe ya ber bi serketin û azadiyê ve dewam dikin.

Ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê yê ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, di 1'ê Hezîrana 2016'an de operasyona rizgarkirinê destpê kir û ev operasyon di roja 16. de ye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yasser Hamoûde û Moûstefa Yoûssûf dan xuyakirin, ku wan bajar bi temamî dorpêç kirin, di her saet û kêliyê de bêhtir cih li çeteyan teng dikin û çeteyên hewl didin ji bajêr birevin, nikarin birevin.

Ji şervanan Yasser Hamoûde bal kişand ser girîngî û rewşa stratejîk a Minbicê û diyar kir, Minbic piştî Helebê yek ji mezintirîn bajarên Sûriyeyê ye.

Hamoûde da zanîn, Minbic ji aliyê dîrokî ve jî bajarekî xurt û girîng e û ragihand, mîna serdemên berê niha jî bajar navendeke bazirganiyê ye.

Hamoûde anî ziman, ku li vî bajarê mozaîk gel û mirovên ji baweriyên cuda bi hev re dijîn û diyar kir, ji ber ku şoreşa Sûriyeyê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hat dizîn û pêvajoyeke kaosê û şer li herêmê serdest bû, bajar di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

Hamoûde ragihand, piştî ku bajar ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin, êdî ev xeml û rastiya wê ya mozaîka gelan ji holê rabû û li bajêr yek reng, yek bawerî, yek etnîsîte, yek mezheb û karaktera nîjad û Îslamparêziyeke tund serdest bû.

BI RIZGARKIRINA MINBICÊ RE WÊ DERBEKE MEZIN LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WERE XISTIN

Moûstefa Yoûssûf jî anî ziman, ji ber şert û mercên heyî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derketiye holê û destnîşa kir, Meclîs ji hêzên şoreşger û demokratîk pêk tê.

Yoûssûf da zanîn, ev hêzên şoreşger û demokratîk di şerê li dijî komên çete de xwedî tecrûbeyekê ne, lewma bi rola pêşengiyê radibin.

Yoûssûf ragihand, Pêngava Rizgarkirina Minbicê li ser daxwaza gelê Minbicê hatiye destpêkirin û ragihand, ji sala 2014'an û vir ve DAIŞ'ê li Minbica dagirkirî zêdeyî 2 hezar mirov qetil kir û îşkence li hezaran mirovên li bajêr kir.

Yoûssûf destnîşan kir, rizgarkirina Minbicê wê derbeke mezin li çeteyên DAIŞ'ê û destekvanên wan bixe û got, azadiya Minbicê wê ji aliYê siyasî ve jî pêşî li gelek guhertinan veke.

Moûsfeta Yoûssûf di dawiya axaftina xwe de got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em ê bajarê xwe rizgar bikin û ji daxwazên azadî, edalet û guherînê ya gelên Sûriyeyê re bibin bersiv."

...