Li hemberî buroya Tevgera Azadî ya Helebçeyê êrîşa bombeyî
Ber destê vê sibehê, li hemberî buroya Tevgera Azadî ya li bajarê Helebçeyê êrîşek bombeyî hat kirin. Ji ber êrîşêk kesek birîndar bû.
Ber destê vê sibehê, li hemberî buroya Tevgera Azadî ya li bajarê Helebçeyê êrîşek bombeyî hat kirin. Ji ber êrîşêk kesek birîndar bû.
Danê vê sibehê saet di 03:30 de, li hemberî buroya Tevgera Azadî ya li Helebçeyê êrîşeke bi bombeya deng hat kirin.
Li vê avahiya ku di heman demê de buroya Komeleyên Ciwanên Parêzerê ên Kurdistanê jî heye, kesek ji ber êrîşê birîndar bû.
Asayîşa Helebçeyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û ji bo lêkolînkirinê dîmeyên kamerayên ewlekariyê yên li derdorê da hev.
Hat ragihandin, Tevgera Azadî jî ji bo lêkolînkirina bûyerê wê heyetekê bişîne Helepçeyê.