Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hêzên wan şevê din saet di 23'an de ji du baskan ve li hemberî çeteyên li jora gundê Skêniyê yê Girê Şehîd Dilgeş ê li Geliyê Şîlo çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di encama vê çalakiyê de 6 çete hatine kuştin, 2 birîndar bûne û cenazeyê çeteyekî li herêma di bin kontrola wan de man e.
Fermandariyê diyar kir, çeteyên mayî jî reviyan e û gir terikandine.
ROJAVAYÊ GELIYÊ ŞÎLO BI TEMAMÎ HAT PAQIJKIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di vê çalakiyê de tiştek bi hêzên wan nehatiye û çekek M16, rext û 500 fîşekên wê, 3.000 fîşekên kleşê û hin alavên leşkerî hatine desteserkirin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da zanîn, di encama vê çalakiyê de rojavayê Geliyê Şîlo bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin û hat gotin, "Ji bilî hêzên me yên YBŞ û YJŞ'ê, ti hêzên din beşdarî vî şerî nebûne."
'BILA GELÊ ME GUH NEDE XÊRNEXWAZAN'
Di dewama daxuyaniya fermandariyê de bal hat kişandin ser hewldanên xêrnexwazan û hat gotin, "Duh hin kesên xêrnexwaz hewl dane li nava gelê Şengalê tevlîheviyê derxînin û vî şerî weke êrîşeke berfireh çeteyên DAIŞ'ê nîşan bidin. Lê ev yek ne rast e. Hêzên me cara 14. e êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dişikînin û bi pêş de diçin.
Em bang li gelê xwe dikin ku guh nedin van hêzên xêrnexwaz û daxuyaniyên fermî esas bigire."