Yekîneyên leşkerî yên veşartî sewqî Giyadînê kirin

Hate ragihandin, li gundikê Ketê yê ser bi gundê Taşkesan ê Giyadînê, yekîneyên leşkerî yên payebilind hatine bicihkirin.

Li Kurdistanê li gel çalakiyên gerîllayên HPG'ê, liv û tevgera leşkeran jî didome. Hate ragihandin, li gundikê Ketê yê ser bi gundê Taşkesan ê Giyadîn a Agiriyê, bi awayek veşartî yekîneyên leşkerî hatine bicihkirin. Çavkaniyên herêmî dan zanîn, duh bi şev yekîneyên leşkerî yên ji payebilindan pêk tê sewqî zozanê Şahgulê kirine. Li gorî agahiyan, yekîneyên leşkerî weke komên ji 5 kesan li bejahiyê belav bûne û kêmînê datînin pêşiya gerîlayên HPG'ê. 

Her wiha li bejahiya Çiyayê Tendurekê jî tevgera helîkopter û heronan didome. 

Hate ragihandin, di navbera navçeya Ebexê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de jî, li Çiyayê Tendurekê komekê rê girtiye û gelek wesayîtan dane ber agir.