Cenazeyên Narî û Armet hatin teşxîskirin

Cenazeyên Ferdî Narî û Sezgîn Armet ên li Wanê 10'ê Hezîranê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin teşxîskirin.

Cenazeyên Ferdî Narî û Sezgîn Armet ên li Wanê 10'ê Hezîranê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin teşxîskirin.

Cenazeyên Ferdî Narî (Şiyar Serhat) û Sezgîn Armet (Bagok Colemêrg) ên li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 10'ê Hezîranê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yil a Wanê hatin teşxîskirin. Cenazeyê Narî wê li navçeya Patnosê ya Agiriyê cenazeyê Armet jî wê li Colemêrgê bên definkirin.

Cenazeyê Vekîl Atabay ê bi Narî û Armet re di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kêl a Ebexa Wanê hatibû definkirin.