BI DÎMEN

'Di dema DAIŞ'ê de jiyan li me herimî bû'

Mirovên li herêmên Minbicê yên hatin rizgarkirin dijîn, ji ber xelasiya ji zilma DAIŞ'ê kêfxweş in.

Operasyona Rizgarkirina Minbicê, gav bi gav bi tengkirina dorpêçiya li ser bajêr dewam dike. Ji 1'ê Hezîarnê û vir ve temamiya gund û gundikên Minbicê ji çeteyan hatin paqijkirin. Li van herêmên azadkirî dijîn, gelekî kêfxweş in. Vê kêfxweşiya xwe jî bi hêsanî vedibêjin. Şêniyên Minbicê her wiha zilma DAIŞ'ê li wan dikir, vegotin.

Yek ji van gundikan Allevat ê li rojavayê Minbicê ye. Ev gundikê nêzî navendê ye, navê wê yê berê Ziyabet e. Di dema rejîma Esad de navê Til Rafîa lê hatiye kirin.

Şêniyê bi navê Ehmed ê li vî gundikî dijî, dema DAIŞ'ê weke "dema jiyana herimî, jiyana mirî" bi nav dike. Ji ber van rojên azad jî dibêje, "Cihê yên em azad kirin, bihuşt e."

QALA ZILMA DAIŞ'Ê KIR

Şêniyê gund qala zilma DAIŞ'ê kir:

"Piştî ku DAIŞ hat vê herêmê, zilman li me herimî, jiyan bû zîndan. Jiyana me bi temamî reş bû. Dema em diçûn gundê xwe û diçûn Minbicê îşkence li me dikirin. Zilm li me dikirin. Dest li her tiştî werdidan. Heqaret, îşkence li me dikirin. Mirov di nava civakê de rezîl dikirin. Mafê gotinê nedidan mirovan. Serê gelek mirovan jê kirin. Dema dihatin vê derê, jinên gundê me yên kincên reş li xwe nedikirin didîtin, heqaret li wan dikirin, zilm û îşkence dikirin û davêtin nava zîndanê. Li zîndanê jî îşkenceyên giran dikin. 

Me li vê derê li gorî xwe jiyanek av kiribûn. Me ji xwe re çandinî dikirin, bexçeyên xwe çêdikirin û bi hatineyên ji heywanên xwe me debara xwe dikirin. Lê piştî ku ew hatin, dest danîn ser her tiştên me. Em nikarîbûn li hemberî wan derkevin. Di nava lepên wan de em mîna koleyan bûn.

Di dema wan de kincên me hemû reş bûn. Beriya ku ew werin, kincên mirovên li vê derê mîna hûn niha dibînin rengînî bûn. Ez çûm Şam, Beyrûd, Erebîstanê, lê min li wan deran jî jiyaneke bi vî rengî ya zordarî nedît. Lê niha em rehet in, li gorî dilê xwe kincan li xwe dikin. Jin li gorî dilê xwe kincên rengînî li xwe dikin."

'CIHÊ HÊZÊN OPERASYONÊ BIHUŞT E'

Gundiyê bi navê Ehmed da xuyakirin, ku piştî hêzên operasyonê hatin herêmê ew gelekî kêfxweş bûne û ji hêzên operasyonê re got, "Bi hatina we re, dilê me rehet bû. Em xwişk û birayê hev in. Me moral ji we girt. Em bi ti awayî natirsin; bi we re em aram in. Ti bêzarî yan jî aciziya me nîne. Kengî em we dibînin, em kêfxweş dibin. Cihê we bihuşt e. Cihê DAIŞ'ê jî cehenem e. Divê ew li vê cîhanê nejîn."

...