Rewşenbîran diyar kirin, Bexdayê ji bo Kerkûkê tiştek nekiriye û anîn ziman, Kurdan ji bo Kerkûkê ji DAIŞ'ê biparêzin canê xwe feda kirine. Rewşenbîran gotin, "Kurdan Kerkûk parastin. Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û divê tevlî Kurdistanê bê kirin."
ANF
KERKÛK
pêncşem, 16 pûşperê 2016, 07:00
Di vê dema ku nîqaş li ser statuya Kerkûkê tê kirin de, têkildarî siberoja bajêr nêrînên cuda derdikevin holê. Daxuyaniya Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm, ku got, "Divê Kerkûk xweser be" deng veda.
Piştî daxuyuaniyên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî xweseriyê, rewşenbîrên Kerkûkî diyar kirin, divê Kerkûk tevlî Kurdistanê were kirin.
Rewşenbîrên Kurd ên Kerkûkî bersiv dan pirsên me yên li ser rêveberî û statuya Kerkûkê.
DEMA DAIŞ'Ê ÊRÎŞ KIR, KURDAN KERKÛK PARASTIN
MEHMET SEYÎT KERÎM: Ne tenê Iraqê, dewletê herêmê jî çav berdane Kerkûkê. Lewma pirsgirêkeke herêmî ye. Lê ev der ji aliyê dîrokî ve bajarekî Kurdan e û parçeyek ji Kurdistanê ye. Kurdan heta roja îro, her wiha di roja îro de jî ji bo Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan têkoşiyan, têdikoşin. Di vê oxirê de, li dijî êrîşên terorîstî canê xwe feda kirin û ev der parastin.
Lê belê, eger Kurd dixwazin Kerkûk tevlî Kurdistanê bê kirin, divê beriya her tiştî nakokiyên nava xwe, şerê nava xwe çareser bikin. Bala xwe bidinê; Kurd bi xwe jî li ser siberoja Kerkûkê xwedî heman nêrînê nînin. Lewma hin jê dibêjin bila tevlî Kurdistanê bibin, hin jî dibêjin bila xweser bibe. Eger Kerkûk bibe herêmeke xweser û pirsgirêkên heyî dewam bikin, dibe ku di navbera pêkhateyên xwe yên cuda de şerekî dijwartir rû bide. Eger Kurd îro bibûna yek deng, wê karîbûna Kerkûkê tevlî Kurdistanê bikin. Lê dikarim vê bêjim; Kerkûk îro bibe xwedî statuyeke xweser jî, divê bi Kurdistanê ve bê girêdan.
DIVÊ GELÊ KERKÛKÊ BIRYARÊ LI SER SIBEROJA KERKÛKÊ BIDE
SEYFETTÎN SABIR: Statuya Kerkûkê pirsgirêkek gelekî girîng e. Ji ber ku ev pirsgirêka statuyê heta niha çareser nebûye, gelek berdêl tên dayîn. Kerkûk ji bo Kurdan pirsgirêka neteweyî ye. Lê bi dîtina min, ya rast ew e ku gelê Kerkûkê bi xwe biryarê li ser siberoja bajarê xwe bide. Ji xwe xala 140. a destûra bingehîn a Iraqê heye, ku di vî warî de rê li ber referandûmê vedike. Pêwîste ev bi cih bê anîn. Divê referandûm bê kirin.
Di sala 2008'an de Meclîsa Encûmena Bajêr a Kerkûkê biryar da Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan. Lê belê Parlamenta Kurdistanê ev biryar bi cih neanîn. Pirsgirêkê dûre dewam kir. Lê belê dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kirin, pêşmergeyan û şervanên Kurd Kerkûk parastin. Di vê oxirê de gelek şehîd hatin dayîn, gelek berdêl hatin dayîn. Ne tenê Başûrê Kurdistanê, yan jî ne tenê pêşmerge, îro çar parçeyên Kurdistanê parastina Kerkûkê dike. Gerîla û şervanan li dijî DAIŞ'ê li vir şer kirin û hînê jî di parastina Kerkûkê de cih digirin. Lewma pirsgirêka Kerkûkê ne tenê ya Başûrê Kurdistanê ye, pirsgirêka hemû Kurdan e. Ji ber vê yekê, bi dîtina min biryar ji Kurdan re ma ye. Girîng e di vî warî de bibin xwedî helwesteke zelal. Di sala 2003'an de derfetên çareserkirina vê pirsgirêkê hebûn. Lê hat taloqkirin. Lewma divê derfetên îro werin bikaranîn. Ji ber ku pêkan e, sibe em ev derfet bi destê me nekevin.
ŞERVANÊN ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ LI KERKÛK'Ê LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER KIRIN
ADIL OMER: Nîqaşên li ser xweseriya Kerkûkê, li gorî min nêzîkatiyên dikarin rê li ber parçebûna Kurdistanê vekin e. Yên ku xizmetê didin Kerkûkê û wê diparêzin Kurd in. Hikûmeta Iraqê ji bo vê tiştek nekir. Xizmet li aliyekî, budçeya wê jî neda.
Wekî din, di sala 2003'an de ji bo Kerkûk bibe xwedî statuyeke xweser û piştre pirsgirêk bi temamî were çareserkirin, hin aliyan proje amade kirin. Wê çaxê ev bihata kirin, dibe ku biryareke di cih de bûya. Lê belê projeyeke bi vî rengî niha nikare pirsgirêkê çareser bike.
Eger herêma Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên li nava xwe çareser bikira û di vê mijarê de hemfikir bûya, wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî avantaj bûya. Piştî şerê li dijî DAIŞ'ê, hikûmeta herêmê jî girîngî neda vê derê, xizmet jê re nekir. Lewma hin kes radibin îro li dijî tevlîbûna Kerkûkê ya li nava Kurdistanê derdikevin. Lê bi dîtina min divê Kerkûk ji sedî sed tevlî Kurdistanê bê kirin. Ji ber ku yên Kerkûk parastin û diparêzin kurd in. Şervanên ji Rojhilat, Rojava, Bakur, gerîla hatin û tevî pêşmergeyan niha Kerkûkê diparêzin. Gelê Kerkûkê li dijî terorîstan diparêzin. Rewş bi vî rengî ye. Ji ber ku Kerkûk pirsgirêkeke neteweyî ya Kurdan e. Jİ ber vê yekê divê Kerkûk ji sedî sed tevlî Kurdistanê bê kirin.