'Heta ku hebûna Kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, wê bi ti hêzê re hevdîtin neyê kirin'

KCK: Heta ku di çarçoveya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hebûna Kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, jiyana azad û demokratîk a Kurdan neyê qebûlkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ti hêza siyasî re hevdîtinê neke.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, di demeke bi şêweyê 'Me PKK eciqand, me qedand, em ê biqedînin' propaganda şerê taybet tê kirin de, Serokwezîrê hikûmeta AKP'ê ya faşîst daxuyaniyeke bêbingeh a weke 'PKK'ê daxwaza hevdîtinê li me kiriye' da. KCK'ê got, "Bi vî rengî xwest nêrîneke xapînok a weke 'Me PKK têk bir, ji ber vê yekê dixwaze me bi re hevdîtinê bike' bafirîne û desthilatdariya xwe ya li pêşberî berxwedana dîrokî hejiya, bi hêz nîşan bide."

Hevserokatiya Konseya Rêveber got, "Bila raya giştî û gelê me baş zanibin; Bi desthilatdariyeke ku dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bieciqîne û sîstemeke faşîst otorîter û hegemonîk ava bike re, tiştekî em hevdîtinê li ser bikin nîne."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser pirsgirêka Kurd, ancax bi desthilatdariyeke xwedî zêhniyeta demokratîk, dikare bê axaftin. Ev zêhniyet, ev karakter bi desthilatdariya AKP'ê re nîne. Heta ku zêhniyeta qirkirinê ya ku Tayyîp Erdogan her roj bi yek yekên xwe bilêv dike ji holê neyê rakirin, ne pêkane li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ev zêhniyeta înkar, qirkirin û mêtîngeriyê ancax bi têkoşîna hêzên demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi vî rengî pêkan e."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî dewam kir:

"Bi desthilatdariyeke ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ya bi hewldanên Rêber Apo li Îmraliyê hat amadekirin red kir û şer da destpêkirin re, nepêkane bi hevdîtinan pirsgirêk werin çareserkirin. Bêguman Rêber Apo û Tevgera Azadiyê timî bûne alîgirê çareseriya siyasî demokratîk; di vê oxirê de bi berpirsyarî rabûne û bi her awayî fedekarî kirine. Lê belê, ji ber ku desthilatdariya AKP'ê xwedî zêhniyet û polîtîkayeke çareseriyê nîne, ev hevdîtin û hewldanên Rêber Apo weke amûrek ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar anî. Desthilatdariya AKP'ê ev hevdîtin mîna amûrekê bi kar anî û bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd sûcê herî giran li gelên Tirkiyeyê kir. Niha li holê olîgarşiyeke siyasî heye, ku ji ber gel xapandiye û Tirkiye ber bi şer ve dehf daye, divê bê dadgehkirin û cezakirin.

Ji ber ku polîtîkayeke xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne, hem li hundir hem jî li derveyî Tirkiyeyê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd a xurt, êrîşeke eciqandin û tesfiyeyê dimeşîne. Bi vê armancê bajar hatin xerakirin û şewitandin. Tê ragihandin, ku ev êrîş wê heta şikandin û teslîmgirtina vîna gelê Kurd bên meşandin. Dijminatiya li Şoreşa Rojava tê kirin, êrîşên faşîst ên li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tên kirin nîşaneyên şênber ên vê yekê ne.

Heta ku di çarçoveya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hebûna Kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, jiyana azad û demokratîk a Kurdan neyê qebûlkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ti hêza siyasî re hevdîtinê neke. Wê destûr ji pêvajoyeke nû ya mijûlkirin û xapandina gelan re neyê dayîn.

Ya divê li hemberî zêhniyet û polîtîkaya heyî bê kirin, têkoşîn e. Faşîzma AKP'ê ji ber ku di polîtîkaya hundir û derve de tengav bûye hewl dide nêrîneke xapînok a weke 'Ji ber ku PKK qels bûye daxwaza hevdîtinê dike' bafirîne. Bi vî rengî dixwaze hem li hundir hem jî li derve, helwest û têkoşîna hêzên demokrasiyê ya li hemberî AKP'ê qels bike. Divê ti kes bi nûçeyên bi vî rengî yên civakê dixe nava bendewariyeke pûç, nexap e. Pêwîste têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li hemberî desthilatdariya AKP'ê ya faşîst bê mezinkirin û meşandin."