Li Akademiya Hunerê ya Ş. Yekta Herekol şahiya fîlman
Şoreşa Rojava, tevî serketinên xwe yên leşkerî û siyasî, di qada çand û hunerê de jî bi pêş de diçe. Şagirtên sînema yên Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol a li Tirbespiyê, fîlmên xwe yên piştî perwerdeya ji 8 mehan kişandin, nîşan dan.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
TIRBESPIYÊ/ANF
pêncşem, 16 pûşperê 2016, 12:52
Şoreşa Rojava, tevî serketinên xwe yên leşkerî û siyasî, di qada çand û hunerê de jî bi pêş de diçe. Şagirtên sînema yên Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol a li Tirbespiyê, fîlmên xwe yên piştî perwerdeya ji 8 mehan kişandin, nîşan dan. Mijara van 10 fîlman dram, jin, şoreş, pirsgirêkên serdemî û civakî bûn.
Beriya nîşandana fîlman a li salona akademiyê, ji Rêveberiya Akademiya Şehîd Yekta Ronî Rojava û endamê Komuna Fîlman a Rojava sînamger-senarîst Onder Çakar axivîn.
'OCALAN ÇAND Û HUNERÊ GELEKÎ GIRÎNG DIBÎNE'
Rojava bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karê çand û hunerê gelekî girîng dibîne û destnîşan kir, ku Ocalan gotiye "Eger karê çand û hunerê neyê meşandin serketinên siyasî û çandî mayînde nabin."
Rojava bibîr xist, ku di pêvajoya amadekirina akademiyê de du hevalên wan şehîd ketine û got, "Li Rojava şehadet, avakirin û têkoşîn bi hev re dimeşin. Şehadeta hevrêyên me Welat û Dilgeş me gihand van rojan."
BERXWEDAN HAT SILAVKIRIN
Çakar got, "Me bi mirovên di emrê xwe de salona sînemayê nedîtine re mûcîzeyek afirandin" û ev axaftin kir: "Mîna ku hevrê Halîl Dag got; Me bi zarokên mirovê bedew ê li Îmraliyê Rêber Apo re li Rojava mûcîzeyek afirandin. Beriya 8 mehan dema me dest bi perwerdeyê kir, tevî pirsgirêka giran a ziman, gelek hevalên şagirt nizanîbûn bi tîpên Latînî bixwînin, binivîsînin û eleqeya wan bi kompûterê re nebû. Tevî vê yekê jî baweriya me ya ji bo serketinê hebû. Ji ber ku ev hevalên me xwişk û birayên nifşê li Rojava karên nepêkan e pêk tînin e."
Çakar li ser xebatên xwe agahî da û got, "Carna me navber didan qeyda deng. Ji ber ku li Nisêbînê berxwedaneke bi heybet dihat meşandin û dema her bombeyek diteqiya me dizanîbûn canekî me ketiye hembêza axê." Çakar berxwedana xwerêveberiyê silav kir.
'EM Ê ŞOREŞÊ Û BERXWEDANÊ BI SÎNEMAYÊ VEBÊJIN'
Ji Komuna Fîlman a Rojava Mazdek Ararat jî li ser xebatên xwe yên fîlman agahî da û ragihand, ew dixwazin li Rojava sînemayeke alternatîf bafirînin. Ararat bal kişand ser destek û eleqeya zêde ya gel a ji bo xebatên wan û got, "Em ê sînemaya xwe ya destpêkê li şûna salona sînemayê ya li Amûdê hat şewitandin ava bikin." Ararat diyar kir, ew ê şoreşê û berxwedanê bi sînemayê vebêjin.
Şagirtên akademiyê jî dan xuyakirin, ku piştî pêvajoya perwerdeyê û kişandina fîlman, ew hîn bêhtir ji xwe bawer dikin û civakê jî berhemên wan bi erênî pêşwazî kiriye.
'EZ ÊDÎ BI ÇAVÊN SÎSTEMÊ LÊ NANIHÊRIM'
Derhêner û senarîsta fîlmê bi navê 'Watedayîn' Pervîn Rêber da zanîn, piştî perwerdeyê nêrîna wê hatiye guhertin û ew êdî bi çavên sîstemê li bûyeran nanihêre.
Ji şagirtên akademiyê derhênerê fîlmê bi navê 'Gulên Rojê' Alan Lahdo jî anî ziman, ku yek ji hîmên bingehîn ên xebatên avakirina Rojava, karê çand û hunerê ye û got, divê Kurd bêhtir eleqeyê nîşanî hunerê bidin.
Lahdo got, "Gelek çîrok û fîlmên ku rastiya Êzidiyan nîşan nadin, tên amadekirin û kişandin. Ez dixwazim rastiya Êzidiyatiyê nîşan bidim. Dixwazim li ser felsefeya Zerdeştiyê bixebitim."