Wêneyên çekên li Şemzînanê ji ser leşkeran hatin rakirin
Wêneyên çekên di çalakiya gerîla ya 10'ê Hezîranê ya Şemzînanê de hatin rakirin, bi destê me ketin. Tê payîn, dîmenên çalakiyê û çekên hatine rakirin di demeke kurt de di malpera Gerîla TV de werin weşandin.
DIYAR DENÎZ
BEHDÎNAN
pêncşem, 16 pûşperê 2016, 10:16
Gerîlayên HPG û YJA Starê di 10'ê Hezîranê de li hemberî Alaya Garê û Girê 'Genîş' ên li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyeke berfireh lidar xistibûn. Gerîlayan xwe gihandibûn heta ser vî girî, çûbûn ser cenazeyên leşkeran û dest danîbûn ser gelek çek û kelûmelên leşkerî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin, ku di encama vê çalakiyê de 19 leşker hatine kuştin. Di çalakiyê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di vê çalakiyê de gerîlayan 3 çekên Melez, 2 çeka bombeavêj û 3 guleyên wê, 1 dûrbîna termal a li ser çeka Melez, 3 bombeyên destan, 2 dûrbînên bi şevê dibîne, 1 dûrbîna bi rojê dibîne, 2 cîhazên biçûk ên ragihandinê, 2 nexşeyên leşkerî, 1 lûleya çeka BKC û fîşekên wê, 1 telefonek ji ser leşkeran rakişribûn û kelûmelên leşkerekî bi navê Adnan Acar ê çawişê pispor bi dest xistibûn. Medya şerê taybet hewl da bi rêbazên şerê taybet vê çalakiya gerîla binixumîne. Lê ev wêne rûyê rast ê medya şerê taybet careke din radixe pêş çavan.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên HPG'ê wergirtin, dîmenên çalakiyê û çekên ji ser leşkeran hatine rakirin wê di demeke kurt de li malpera Gerîla TV werin weşandin.