Bayik: Civakîbûn xurtkirina hêza berxwedanê ye

"Rojên xebat û jiyana komunal ev roj in. Kevneşopî û baweriya gelê me civakî ye. Di vê meha pîroz a Remezanê de mîna pêwîstiyeke bawerî û kevneşopiya me em hevkariya civakî bilind bikin, bi civakîbûna xwe re jî hêza berxwedanê bilind bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku divê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya, Hezex û bajarên din malbateke tenê hewcedar nemîne û bal kişand ser girîngiya kampanya xwabira.

Bayik got, "Di vê meha pîroz a Remezanê de mîna pêwîstiyeke bawerî û kevneşopiya me em hevkariya civakî bilind bikin, bi civakîbûna xwe re jî hêza berxwedanê bilind bikin."

Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Dewleta tirk bi komkujiyên fizîkî û komkujiyên çandî dixwaze kurdan bike tirk û Kurdistanê jî vergerîne qada belavbûna netewebûna tirk. Heta ev neyê zanîn ti kirinên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan rast nayên famkirin. Her wiha polîtîkayên dewleta tirk ên hundir û derve jî nayên famkirin.

Desthilatdariya AKP’ê tevî nîşandana nêzîkatiya herî maqûl jî çima Mutabaqata Dolmabahçeyê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê dikire hedef tine hesiband; çima li wir perçiqandinê li dij Tevgera Azadiya Kurd da destpêkirin; çima dibêje ez ê destûrê nedim ku li Sûriyeyê kurd bibin xwedî statu?

Divê ev rastî baş were dîtin. Naxwe wê axaftina bê kirin vala be; yan jî di bin bandora şerê taybet de bikevin nav lêgirîna kêmasiyên Tevgera Azadiya Kurd.

Yên şerê dewleta tirk ên tinekirin, perçiqandinê nabînin, dibêjin çima Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe da. Yên li dijî polîtîkayên dewletê helwestê nîşan nadin û tênakoşin piştî 15’ê Tebaxa 1984’an jî, di dema salên 1990’î de ku şerê kirêt dihate meşandin de ketin nav helwesta hêsan a sûcdarkirina Tevgera Azadiyê.

Divê her kes vê yekê zanibe, ger duh Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe nadabûya di roja me de wê navê kurdan jî nehata bilêvkirin. Ger îro jî li ber xwe nedin wê navê wan neyê bilêvkirin, tine werin hesibandin û di nav betonê de bên windakirin.

Di Yekemîn Şerê Cîhanê de Ermenî hatin qirkirin; Di Sêyemîn Şerê Cîhanê de tê xwestin kurdan qir bikin. Tayyîp Erdogan ê qîrînên yek, yek, yek kêm nabin, di her gotinên xwe yên rojane de radixe ber çavan ka dixwazin çi bi kurdan bikin.

Dibêjin me bajar rûxandin-şewitandin; bêyî bêjin jin, zarok, kal, ciwan me kuştin, niha jî dema vergerandina bajaran kampên vekirî yên komkujiyê û qedandina kurdan e. Dibêjin dema terbiyekirin û tirkkirin a kurdan e. Vê niyeta xwe vekirî û bi şêwazê mêzekirina nav çavên cîhanê dibêjin. Her wiha dibêjin em li cîhanê guhdar nakin, Ewropayê nas nakin, em ê rêveçûna xwe bidomînin û kî bixwaze li pêşiya komkujiya kurdan bibe asteng em ê wan mîna dijberê xwe bihesibînin.

Dîsa dibêjin ger Yekitiya Ewropayê, yan têkiliyên heyî ji bo komkujiya li ser kurdan derfetê bidin me ji bo me watedar e; naxwe em ê wan red bikin. Her cure têkiliyê ji bo pêkanîna komkujiya li ser kurdan saz dikin. Jixwe bi fikra ku wê xizmetê ji wan re bike serî li Yekitiya Ewropayê didin.

Dibêjin li bakurê Sûriyeyê ger kurd bibin xwediyê destketineke siyasî bi ti awayî em ê vê qebûl nekin û em ê asteng bikin. Ji bo çi vê yekê dipirsin? Difikirin ku wê li pêşiya komkujiya li bakurê Kurdistanê bibin asteng naxwazin kurd statuyeke siyasî bidest bixin. Li Bakur bi armanca komkujiyan bajaran dirûxînin û dişewitinîn, sivîlan dikujîn û dibêjin em derfetê nadin ku li kêleka me hebûneke kurdan a neteweyî û siyasî pêk were. Her tişt ewqasî vekirî ye.

Ji ber vê yekê divê derfet neyê dayin ku li cihê AKP’ê rûxandin û şewitandin bi mebesta komkujiyên nû tax û bajarên nû yên bi mabesta kampê werin avakirin. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê divê li dijî qereqol û kampên ji blokên betonê yên bi armanca komkujiyê têkoşînê bide.

Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya, Hezex, Farqîn û Kerboranê divê hemû gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi gelê ku li dijî van kampên komkujiyê têkoşînê dide di nav hevkariyeke mînak de bin.

Divê pêwîstiyên lezgîn ên gelê me yê li vir werin bersivandin. Kampanyaya malbata xwabira were berfirehkirin. Divê her malbat bi malbatekê re bibe xwabira be. Demên wisa demên parvekiran zehmetî û derketina serî ya bi zehmetiyan re ye.

Faşîzma AKP’ê naxwaze li Rojhilata Navîn ku mêzînên siyasî ji nû ve saz dibin de kurd li Tirkiyeyê û herêmê bibin xwedî hêz. Ji ber wê yekê di payîza 2014’an li hemberî kurdan hem li nav Tirkiyeyê, hem jî li derveyî Tirkiyeyê biryara meşandina şer hat standin.

Êrîşkirina DAIŞ’ê ya Kobanê jî komkujiyên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destê DAIŞ’ê hatin kirin jî bi tevahî di şerê sala dawî de bi heman armancê hatin rojevê.

Ger desthilatdariya AKP’ê polîtîkayeke bi vî şêweyî ya kujer dimeşîne, divê kurd jî hevkariya xwe li dij wê zêde bikin. Rojên ku kurd mîna gel û civakeke neteweyî bên nîşandan ev roj in.

Di encama têkoşîneke mezin a 45 salan de ku Rêber Apo dimeşîne, ji bo bersivdayina keda mezin, ji bo girêdana bi çanda xwe re; divê em nîşan bidin ku kurdê di jiyana azad û demokratîk de bi israr hatiye afirandin û bi hevkariya pêk were ev ji tevahiya cîhanê re were nîşandan.

Divê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya, Hezex û bajarên din malbateke tenê hewcedar nemîne, kesekî bi tenê yê hewcedar neyê hiştin. Divê em nîşan û piştrast bikin ku em civakeke tam in. Niha dem dema li van bajaran xebata bi hev re meşandina karê hevbeş û jiyana hevbeş e.

Rojên xebat û jiyana komunal ev roj in. Kevneşopî û baweriya gelê me civakî ye. Di vê meha pîroz a Remezanê de mîna pêwîstiyeke bawerî û kevneşopiya me em hevkariya civakî bilind bikin, bi civakîbûna xwe re jî hêza berxwedanê bilind bikin."