Heyeta KCD'ê ya diçe Şirnexê li Dihê hat rawestandin

Rêxistinên civakî yên sivîl ên bi pêşengiya KCD'ê berê xwe dan Şirnexê, li navçeya Dihê ya Sêrtê hatin rawestandin.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, bi KCD'ê li Amedê li hev civiyan û ji bo li dijî hilweşîna li Şirnexê derkevin û piştgiriyê bidin gelê herêmê, danê sibehê bi rê ketin.

Heyeta ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji aliyê polîsên Tirk ve hat rawestandin.

Heyet li benda vekirina rê ye.