Artêşa Tirk çekên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne
Bombeyên mîsket ên li 109 welatên cîhanê hatine qedexekirin, li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla tên bikaranîn. ANF'ê xwe gihand dîmenên vê çeka li Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve tê bikaranîn.
ARGEŞ SERHAT
BEHDÎNAN / ANF
pêncşem, 16 pûşperê 2016, 11:34
Artêşa Tirk a ku ji ber çalakiyên gerîla nikare xwe tev bide, li çiyayên Kurdistanê çekên qedexekirî bi kar tîne. Tevî êrîşên hewayî, tank, top, hawan, A4 û A6 artêşa Tirk gelek çekên li gelemperiya cîhanê hatine qedexekirin, li dijî gerîla bi kar tîne. Ya herî zêde balê dikişîne jî bombeyên mîsketê ne.
Ev bombeyên li tevahiya cîhanê qedexe ye, ji aliyê artêşa Tirk ve hema hema her roj tên bikaranîn. Ev bombeyên ji teqemeniya C4 pêk tê, bi rêya topa obusê li herêmên gerîla tên barandin. Bi taybetî li herêma Zagrosê ev bombeyên mîsketê gelekî tên dîtin. Di lerzeke biçûk de ev bombe diteqin. Hêzên gerîla jî bi tecrûbeyên xwe, van bombeyan pûç dikin.
Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê, dîmenên vê çekê kişandin.