'Dewleta Tirk zerareke mezin dide xwezayê'
Bomberdûmana qadên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve, hem xisarê li cotkaran dike hem jî zerarê dide mêşên hingiv ku di nava xwezayê de xwedî cihekî girîng in.
Bomberdûmana qadên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve, hem xisarê li cotkaran dike hem jî zerarê dide mêşên hingiv ku di nava xwezayê de xwedî cihekî girîng in.
Welatiyên li Qendîlê karê xwedîkirina mêşên hingiv dikin anîn ziman, bêyî desteka derve dewleta Tirk nikare êrîşên ewçend bêperwa bike û gotin, "Eger Ewropa bi vî rengî alîkariyê nede Erdogan, Erdoagn nikare tiştên bi vî rengî bike." Welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji ber hebûna gerîla bilêv kirin û gotin, "Erdogan wê biçe, vîna gel wê bimîne."
'XWEZAYÊ GEMARÎ DIKIN'
Yek ji welatiyên li Qendîlê karê xwedîkirina mêşên hingiv dike wiha axivî: "Li gundê Surede, ev 10-15 sal in ez vî karî dikim. Em di mehên biharê û havînê de dixebitin. Di mehên biharê de gava mêş ji kewarê derdikevin, karê me jî destpê dike. Heta payîzê em dixebitin. Ev çend sal in karê me zêde baş nîne. Vê bomberdûman û êrîşên hewayî yên dewleat Tirk zerareke mezin da karê me. Bêhna dû, şewatê û barûtê li her derê heye. Dewleta Tirk zerareke mezin dide xwezayê, xwezayê gemarî dike. Lewma ev çend sal in hingiv jî gemarî dibe, bi kêr nayê.
Lê wekî din çareyeke me nîne; em neçar in li ber mêşên xwe yên hingiv bin. Balafir bên û bombeyan bibarînin jî em neçarin karê xwe bikin."
Yek ji welatiyê din jî dibêje, "Dema dû nêzî mêşên hingiv dibin, mêş teslîm dibin. Divê mirov Erdogan zevt bikin û bavêjin nava wan" û axaftina xwe wiha dewam kir:
'BALAFIR LI MÊŞÊN ME DIXIN'
"Balafirên vî Erdoganî tên û li mêşên me, li dehl û rezên me dixin, daristanên me dişewitînin. Ez hînê çi bêjim? Balafiran li mêşên min xist, kewana wan belav kir. Di van şert û mercan de mêş nikarin tiştekî hilberînin. Lewma ez neçar mam wan bibim zozanan. Li zozanan jî balafiran bi roketan li wan dan, mêş şewitandin. Bi tenê 8-9 kewan man. Piştî ku berf heliya ez ê biçim cihên bilind; bila hinekî hewa paqij bigirin û xwe derman bikin.
Ji bo em sûdê ji van mêşan bigirin, em xizmetê ji wan re dikin. Ev mêş mêşên taybet in. Li gelek deveran mêşên şekir dixwin hene, lê ev mêş şekir naxwin, hingivê herî xwezayî çêdikin. Hingivê mêşên me, kîloya wê bi hêsanî bi 70 hezar Dînarî tê firotin. Hingivê mêşên ji Îranê hatine anîn ên şekir dixwin, li bazarê bi 4 hezar Dînarî tên firotin.
'ŞUKUR JI XWEDÊ RE KU GERÎLA HENE'
Welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji hebûna gerîla ya li gelek herêman anîn ziman û gotin, "Heval, PKK'yî li gelek cihan hene. Şukur ji Xwedê re ku hejmara wan zêde ye. Li gelek welatên cîhanê hene. Erdogan dibêje 'ez ê wan li Qendîlê tine bikim'. Înşaleh bi destûra Xwedê em ê wî tine bikin! Bi alîkariya hevalan û dostên me, înşaleh wê Erdogan ji holê bê rakirin. Ya ku bi serê Saddam hat wê bi serê wî jî bê. Xwedê bi me re ye, înşaleh em ê hemû her hebin."
Welatî destnîşan kir, ku vîna Kurdan qewîn e û got, "Bi taybetî gelekî êrîşî gundên Enze, Lewce û Zergelê dikin. Ji ber bomberdûmana bi balafiran tê kirin, dehl û rezên me dişewitin. Hûn bi xwe jî dibînin, bê wan fuzeyan, wan roketan çi kirine... Xwedê bi me re ye. Em ê bimînin, ew ê tine bibin."
'ERDOGAN WÊ BIÇE, VÎNA GEL WÊ BIMÎNE'
Xwedîkarên mêşê hingiv kewanên xwe yên şikestî û xerabûyî nîşan dan û gotin, "Ji ber êrîşa berî 4 rojan, ev tişt bi wan hat. Hemû mêş mirin. Ji neçarî min kewan bi vî rengî avêt. Şukur ji Xwedê re ev mal e, dîsa dikare bê peydakirin. Ev ne tiştek e. Eger Ewropa alîkariyê nede Erdogan, nikare tiştekî bi vî rengî bike. Newêre... Bi destûra Xwedê wê Erdogan biçe, vîna gel wê timî bimîne.
Ji dijminên Kurdan Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê, bi tenê Sûriyeyê li Qendîlê nexist. Yên din hemûyan bomberdûman kirin. Lê Xwedê nîşan da ku vîna gel ji wan xurtir e û gelê Kurd her tim qezenç kir."
Ji van welatiyan Ehmed Ebdulla jî got, "Bavê min jî ev kar dikir, ez jî niha vî karî dikim. Min mêşên xwe biribû Ranya û min ew vegerand. Em ê biçin zozanan, cihê ku berf nû lê heliya ye. Hingiv li gorî salê diguhere. Par nebû. Gelek mêş mirin. Îsal wê çawa be, bi wê nizanim. Em bi mêşan re ne, em bi wan re dixebitin."
Ebdulla da zanîn, di êrîşên dewleta Tirk de roketa balafiran li cihekî 10 metre li pêşiya wan ketiye û got, "Ev zindî gelekî hesas in. Kevir lê nekeve jî ji bêhna barûtê dimirin. Bi roketan li vî kaşî xistin. Em dixwazin îsal hingiv çêbibe. Eger bibe, wê gelekî kêrhatî be."