Ji bo gelek bajar û navçeyên Kurdistanê yên ji aliyê AKP/Qesrê ve hatine talankirin, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiryê ya Rojava, kampanya tê meşandin. Ji bo vê kampanya alîkariyê jî banga tevlîbûnê tê kirin.
ELÎF DOGAN
AMED
pêncşem, 16 pûşperê 2016, 10:04
Ji bo gelek bajar û navçeyên Kurdistanê yên ji aliyê AKP/Qesrê ve hatine talankirin, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiryê ya Rojava, kampanya tê meşandin. Ji bo vê kampanya alîkariyê jî ji çar aliyên Kurdistanê bangên tevlîbûnê tên kirin.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê Selma Atabey, ji bo kampanya piştgiriya bi gelên li Kurdistanê re, banga tevlîbûnê kirin.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer: AKP/Qesrê di çarçoveya konsepta xwe ya şer a li hemberî Kurdistanê de, mirovên li qadên xwerêveberiyê mexdûr kir. Meha Remezanê ku meheke dostaniyê ye, di heman demê de hem ji aliyê însanî hem jî ji aliyê olî ve meheke biratiyê ye. Projeya malbata bira ya ku Komeleya Rojava daye destpêkirin, li gorî vê mehê ye. Weke HDP em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku di vê mehê de bi pêşengiya Komeleya Rojava destekê bide malbatên me yên hatine mexdûrkirin. Ji bo gelê xwe yê li Sûr, Gever û Cizîrê, divê em bi hev re tevlî kampanyayê bibin û destekê bidin.
Hevseroka SES a Amedê Selma Atabey: Ji Tebaxa 2015'an û vir ve, ji ber polîtîkayên şerê qirêj ên hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne, gel mexdûr bû. Beriya her tiştî li bajar û navçeyên derketina derve lê hat qedexekirin, talan û hilweşîneke mezin pêk hat. Ji bo ev mirovên me karibin li jiyana asayî vegerin, weke gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê em bi kampanyayên alÎkariyê û projeyên malbata bira destekê bidin. Bi taybetî, divê em destekê bidin projeya 'Destê xwe bigihîne Geverê' ya Komeleya Rojava daye destpêkirin. Em çiqasî piştgiriya hev bikin, em ê ewqasî karibin ji nava vê zor û zehmetiyê derkevin.