BI DÎMEN

'Dewleta Tirk hovîtiya salên 90'î xistiye meriyetê'

Şêniyên gundên Colemêrgê nerazîbûn nîşanî êrîş, şer û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dan û gotin, "Ev êrîş di salên 90'î de bi serkeneketin, îro jî wê bi sernekevin."

Dewleta Tirk di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê nêzî 4 hezar gundên Kurdan vala kir. Yek ji herêmên herî zêde gund lê hatin valakirin jî herêma Colemêrgê bû. Dewleta Tirk bi hinceta ku xelkê herêmê piştgirî dide tevgera PKK'ê zilmeke mezin li wan kir. Îro jî dewleta Tirk li bajarên Kurdistanê polîtîka xerakirin û valakirinê xistiye meriyetê. Gundiyên ji gundê Bazê ku ev gund girêdayî Colemêrgê ye, der barê valakirina gundên xwe û şerê îro li bajêrên Kurdistanê tê meşandin de ji ANF'ê re axivîn.  

'ME CERDEVANÎ QEBÛL NEKIR, LEWMA EM JI GUND DERXISTIN'

Gundiyê bi navê Omer Varol diyar kir, gundê wan di sala 1990'î de hatiye valakirin û ji ber cerdevanî nepejirandine ew ji gund hatine derxistin. Varol wiha behsa valakirina gundê xwe kir; "Bav û kalên me 60 salan li gund jiyan e. Ez bi xwe jî 35 salan li gund mam. Di sala 1990'î de ji aliyê dewleta Tirk ve gundê me hat valakirin.  Me nedixwest em gundê xwe biterikînin. Digotin; 'yan hûnê cerdevaniyê qebûl bikin yan jî hûnê gund vala bikin'. Me nexwest em bibin cerdevan.  Wan jî bi zext û zoriyekê em ji gund derxistin. Îro jî em dixwazin vegerin gundê xwe lê ji ber zextên dewleta Tirk ên li ser me zêde ye, em nikarin bi rehetî werin ser xaka bav û kalên xwe."

Varol axaftina xwe wiha domand; "Dewleta Tirk di salên 90'î de li ser gelê Kurd û gerîlayên têkoşîna azadiyê zexteke zêde kir. Planek berfireh li ser gel û gerîlayê Kurdistanê hebû. Dixwestin tesfiyeyek ji kokê de li ser gelê Kurd bikin. Ji bo wê jî gundên me valakirin. Bi valakirina gundan ve her kes neçar ma biçin bajaran. Me di jiyana bajêran de pir zorî û zehmetî kişand. Hem ji aliyê aborî, civakî, jiyanî û hem jî ji aliyê tenduristî ve me rojên pir neyînî bihurandin. Ji ber ku em elimîbûn jiyana gundan."

'VALAKIRINA GUNDAN DERBEK LI JIYANA XWEZAYÎ BÛ'

Varol da xuyakirin, ku zordestiya li ser valakirina gundan di heman demê de derbeyek li jiyana xwezayî bû û got, "Av û hewaya paqij a gundan, berhema gundan, mirovatiya gundan, hezkirina xwezayê pir cuda ye. Jiyaneke me ya pir bi berhem hebû. Me her tim çandinî, sewalî dikir. Her cûre darên me yên fêkiyan (sêv, gûz, hirmî, tirî…) hebûn.  Me havînê giyayê xwe didirût,  ji ber ku ava gundê me zêde bû me birinç diçand. Her dolekê tu biçî kaniyek heye, her cihekê tu biçî zeviyek çandinê heye. Tu ji xweşikbûna gund têr nabî. Ne wekî bajaran e. Em piştî çûn bajaran, em ji hemûyan bêpar man. Li bajaran ji xwarinê heta vexwarinê tiştên xwezayî nînin. Kareke ku em bikin nîne. Berhemek dernakeve holê. Wekî din jî jiyaneke bi hev re nîne. Li gundan bi hevrebûyîn hebû. Jiyaneke komîn derdikete pêş. Gundiyan her tim alî hev dikirin. Ji jiyana hevdu berpirsyarbûn. Ya rastî di bajaran de me ev pir zêde nedît. Bêguman exlaqê jiyana gund me ti carî di bajaran de jî berneda, lê careke din jî ti cih nabe wek cihê me bi xwe. Ez dibêjim ev valakirina gundan di heman demê de derbeyek li jiyana xwezayî bû."

'DEWLETA TIRK HOVÎTIYA SALÊN 90'Î XISTIYE MERIYETÊ'

Varol di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên hewayî û şerê li bajaran didome û wiha got; "Dewleta Tirk ti carî dev ji feraseta xwe ya tinekirina Kurdan berneda. Di salên 90'î de çi hovîtî dikir îro jî heman hovîtiyê dike. Êdî ji siya Kurdan ditirsin. Naxwazin Kurd li ser navê xwe û bi nasnema xwe bijîn. Her roj êrîşên hewayî lidar dixe. Bajaran ji xelkê xalî dike. Dixwazin bi van polîtikayan jî çavê gel bitirsîne. Lê ez dibêjim bila gelê me ti carî dev ji ax mal û welatê xwe bernede." 

'PÊWÎSTIYA ME BI DEWLETA TIRK NÎNE'

Gundiyê bi navê Hecî Varol jî axivî û got, "Ez 35 salan li gund mam. Beriya wê jî bav û kalên me 60-70 salan li gund jiyan. Lê rojek ji rojan dewleta Tirk ne rêyek, ne cereyan, ne mektep û hwd tiştek ji gund re çêkir. Me bi pişta xwe neft dianî ji bo ku em ronî ji xwe re çêbikin. Hemû jî me bi derfetên xwe çêkir. Ti pêwîstiya me bi dewletê jî nîne. Bila dest ji zordestiyên xwe berde, em tiştekî din naxwazin.  Em bi jiyana xwe pir kêfxweş in. Em zarokên çiya û gundan e. Em tenê dixwazin bi serbestî biçin gundên xwe. Îro ji ber zextên dewleta Tirk em nikarin bi rehetî werin gundê xwe."

Varol axaftina xwe wiha dewam kir; "Ez carna têm gundê xwe rojên me yên berê tên bîra min. Dilê min dêşe, çavên min bi hêsir dibin. Jiyana min heta ya zaroktiyê li pêş çavê min zindî dibe.  Em bi salan li ser vê axê jiyan. Ne gengaz e ku em dest ji axa xwe berdin. Berdela wê çi bibe bila bibe, em dest ji xaka xwe bernadin. Bila herkes jî li ser gund û warê xwe bi rengekî azad bijîn. Bila dewleta Tirk jî êdî dest ji van kiryarên xwe berde. Xwesteka min ev e."

Varol diyar kir, pêwîste gelê Kurd li hemberî van êrîşan têbikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Di vê demê de pêwîste her Kurdek destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li dijî van komkujiyan raweste. Em her kes bikevin bin vî barî û û êdî ji dewleta Tirkan re bêjin bes e bes e. Hevgirtina me Kurdan wê van êrîşan têk bibe."

...