Ji YJA Starê çalakiyên xurt: Herî kêm 12 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê, encamên çalakiyên hêzên YJA Starê yên li Şemzînan, Mûş, Amed û Sêrtê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama van çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê, encamên çalakiyên hêzên YJA Starê yên li Şemzînan, Mûş, Amed û Sêrtê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama van çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

LI ŞEMZÎNANÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Roja 15'ê Hezîranê saet di 10:15'an de hêzên me yên gerîlayên YJA Starê, li Dola Bermêşa ya navbera qereqola Şapatan û Şemzînanê, li hemberî konvoyeke artêşa TC a ji 6 wesayîtên zirxî pêk dihat çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra bi temamî îmha bû û 6 leşkerên tê de mirin, 3 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakir. Piştî vê çalakiyê tabûra Şemzînanê obus û hawan avêt qada çalakiyê. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên di çalakiya li hemberî girê 'Genîş' de jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin.

4 LEŞKER Û KONTRAYEK LI MÛŞÊ HATIN KUŞTIN

15'ê Hezîranê saet di 12:00 de, gerîlayên me yên YJA Starê bi çekên navîn û ferdî li Qereqola Jendermeyan a li bajarokê Kizilagaç ê Mûşê xistin. Derbên xurt li avahiyên li hundirê qereqolê hatin xistin û di encamê de şewat derket. Kûleyek qereqolê jî hat rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşker û kontrayek hatin kuştin; 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi 16 ambûlansan mirî û birîndarên li qereqolê hatin rakirin. Artêşa TC piştî vê çalakiyê dest bi operasyonê kir. Di heman demê de hêzên rêya navbera Mûş û navçeya Amed Pasûrê xistine bin kontrola xwe.

LI LICÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

15'ê Hezîranê saet di 15:00 de, gerîlayên me yên YJA Starê bi çekên navîn û ferdî li girê Kopek ê li navçeya Amed Licê xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî vê çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt kaşê Taşlik û herêma Paşêçiya. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên di dema dawî de li Amedê şehîd ketin, hat lidarxistin.

LI BERWARIYÊ KONTROLA RÊ HAT KIRIN

Gerîlayên me yên YJA Starê roja 15'ê Hezîranê saet di navbera 05:00-10:00 de rêya navbera navçeya Sêrt Berwarî û navçeya Wan Şaxê kontrol kirin. Hêzên me li vê derê nasname kontrol kirin û li ser pêvajoyê agahî dan gel."