'Di qonaxa duyemîn de em ê serketin û azadiyê diyarî gelan bikin'
Ji fermandarên QSD'ê yên li eniya Minbicê Mêrxas Kobanê diyar kir, ew derbasî qonaxa duyemîn a Pêngava Rizgarkirina Minbicê bûne û destnîşan kir, ku ew ê di vê qonaxê de serketin û azadiyê diyarî gelan bikin.
MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
duşem, 13 pûşperê 2016, 08:10
Mêrxas Kobanê da xuyakirin, ku di qonaxa yekemîn a Pêngava Rizgarkirina Minbicê de wan heta niha bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û wê êdî dest bi ketina nava bajêr bikin.
Kobanê da zanîn, wan ji bo qonaxa duyemîn a pêngavê, ku ketina nava bajêr e amadekariyên berfireh kirine, lê belê ji ber ewlekariya jiyana sivîlan ew gelekî bi hesas in. Mêrxas Kobanê da zanîn, sivîlên ji Minbicê reviyan e û xwe li herêmên azad girtine dane xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li navenda bajêr dîl girtine û dixwazin wan weke mertalên zindî bi kar bînin.
Ji fermandarên QSD'ê yên li eniya Minbicê Mêrxas Kobanê ragihand, ew hewl didin li gorî hemû qanûnên navneteweyî tevbigerin û got, wan hemû rêyên diçin navenda bajêr kontrol kirine û heta niha mora xwe danîne binê gelek serketinan.
Mêrxas Kobanê bal kişand ser hesasiyeta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD'ê ji bo ewlekariya sivîlan û bang li sivîlên li bajêr man e kir, ji bo xwe ji herêmên şer vegirin.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ: ÇETE DERBASÎ TIRKIYEYÊ DIBIN
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mêrxas Kobanê da zanîn, emîr û endamên çeteya DAIŞ'ê, piştî dorpêçkirina Minbicê dest bi revê kirine, çûne Cerablûsê û ji wir jî derbasî Tirkiye û Ewropayê bûne. Kobanê bang li hêzên navneteweyî kir, ku di vê mijarê de baldar bin û helwesteke zelal nîşan bidin.
Mêrxas Kobanê bang li civaka navneteweyî jî kir, ku ji bo pêşî li rûdana komkujiyên nû yên li Ewropayê were girtin, zextê li dewleta Tirk bikin ku ev dewlet destekê dide komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam.
Mêrxas Kobanê herî ji gelê Minbicê re got, ew ê heta azadiya tevahiya Minbicê Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla bidomînin.