Li Dersîmê welatiyê ku pezê xwe diçêrand bi giranî birîndar bû

Welatiyê bi navê Hakan Gungormuş ê ku li devera Qûre Sîpe yê li navenda bajarê Dersimê pezê xwe diçêrand, di encama pêlêkirina pezekî ya mayinê de birîndar bû.

Welatiyê bi navê Hakan Gungormuş ê ku li devera Qûre Sîpe yê li navenda bajarê Dersimê pezê xwe diçêrand, di encama pêlêkirina pezekî ya mayinê de birîndar bû.Di encama teqîna mayinê de Gungormuş bi giranî birîndar bû. Gungormuş bi alîkariya xizmên xwe bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê, li vir mudaxeleya lezgîn hate kirin.

Gungormuş ê ku rewşa wî giran e, piştre rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firat a Xarpêtê, di beşa lezgîn de tê dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa xeteriyê ya Gûngormuş hê jî dewam dike.

Li tevahiya Dersimê ji 10 hezaran zêdetir mayinên ku ji aliyê dewletê ve hatine danîn û nehatine rakirin hene.