Rayedarê Sêmalka: Sêmalka vekiriye, lê ne li her kesî

Berpirsyarê Giştî yê Deriyê Sînor ê Sêmalka Aras Fetah got, "PDK ji bo ji çapemeniyê re bêje 'derî hatiye vekirin' ev gav avêtiye. Lê belê astengiyên mezin hînê dewam dikin."

Deriyê Sînor ê Sêmalka, ku ji aliyê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ve roja 16'ê Adarê bi awayekî yekalî hat girtin, ji ber nerazîbûna mezin a gel û partiyên siyasî hat ragihandin ku di 7'ê Hezîranê de hatiye vekirin.

Berpirsyarê Giştî yê Deriyê Sînor ê Sêmalka Aras Fetah ji RojNewsê re axivî û got, "Xuya ye rêveberiya Başûr ji bo bêje 'derî hatiye vekirin' gaveke bi vî rengî avêtiye. Lê di pratîkê de, gelek pirsgirêk derdikevin pêşiya mirov û bazirganên dixwazin ji derî derbas bibin."

Aras Fetah got; "Ji me re gotin ku wê derî roja Sêşemê (7’ê Hezîranê) vekin. Em jî wê rojê ne amade bûn û me ji wan re got ji bo em jî amadekariyên xwe bikin, roja Çarşemê derî vekin. Wisa çêbû jî. Lê di wê rojê de tênê ji bo derbasbûna 13 wesayitan destûr hat dayîn. Roja Pêncşemê vê carê ji bo bazirganan pirsgirêk hat derxistin. Gotin wê ti kes ji '25 tonan zêdetir derbas neke'. Wê rojê tenê destûr hat dayîn ku 6 ton şekir derbas bibe. Duh (11'ê Hezîranê) hinek baştir bû. Destûr hat dayîn ku 100 ton şekir derbas bibe. Lê vê carê ji bazirganan re 'tenê her kes dikare hin eşya derbas bike' hat gotin. Bazirganan çend cure eşya anîn. Lê destûr nehat dayîn derbas bikin. Li ber derî hatin rawestandin. Ji hinek bazirganan re jî 'tenê hûn dikarin carekê eşya derbas bikin' hat gotin. Bazirgan ji serê sibehê heya êvarê li ber Deriyê Sêmalka li aliyê Başûr tên rawestandin. Tişta dixwazin ji bo destûr didin û tişta naxwazin jî destûr nadin derbas bibe."

Fetah da xuyakirin, ku rayedarên PDK'ê bi ti awayî nahêlin tiştek ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û got, "Li ber derî rêzek dirêj heye. Lê nahêlin derbasî Rojava bibin."

'ROJNAMEVAN JÎ DI NAV DE NAHÊLIN KES DERBASÎ ROJAVA BIBIN'

Li ser derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve Fetah got, "Destûr ji kesên xwedî nasnameya Rojava heye re tê dayîn. Ji bilî wê nahêlin kes ji derî derbas bibe. Rojnamevanên biyanî xwestin bên, lê destûr nedan wan. Hemû ji ber derî vegerandin."