Ji Gerîlayên HPG’ê li Şirnex û Sêrtê çalakiyên bi bandor

HPG’ê da xuyakirin ku li dijî êrîş û operasyonên artêşa Tirk ên li Kurdistanê,, hêzên gerîlayan çalakiyên bi bandor û encamgir pêş xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 10’ê Hezîranê artêşa TC li qada Garisa ya Sêrtê dest bi operasyonekê kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku hêzên gerîlayan li dijî vê operasyonê çalakî li dar xistine, got: “10’ê Hezîranê dema koordîneya operasyona li sêgoşeya Dola Opê xwe bi cih kiribû, hêzên gerîlayên me ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin û di encama lêdanên bi bandor de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha konekî li vir jî bû hedefa hêzên me. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl ve bir Qûntarê Erûha Kevn. Di heman rojê saet 13.00’an de li nêzî gundê Dirijkê li dijî leşkeran çalakiya kemînê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 pêşdarên dijmin ji mesafeyek nêz ve bû hedef û hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên artêşa TC 10’ê Hezrîanê saet 00.00’an û 11’ê Hezîranê saet 10.00-11.00’an qada Garisa bombe kirin. Operasyon, 11’ê Hezîranê saet 19.30’an bêencam û bi derbexwarinê vekişiya.

LI DIJÎ 2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ YÊN  QEREQOLA BÎLÎCANÊ ÇALAKÎ

11’ê Hezîranê saet 11.00’an 2 wesayîtên zirxî û komek leşkerên qereqola Bîlîcanê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê, li derdora qereqolê ketin nav tevgerê. Li ser vê jî hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek birîndar bû, leşker vegeriyane qereqolê. Piştî çalakiyê, qereqola Bîlîcanê girê Şehîd Colemêrg da ber obusan.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

10’ê Hezîranê saet 16.30’an gerîlayên me li dijî nuqteyek  leşkerî ya li derdora gundê Kelika Rezak a girêdayî Şirnexê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiya dema ku 2 wesayîtên zirxî û gelek leşker li ber avahiyê bûn pêk hat e 2 çeper û kuleyek hate îmhakirin. Têkîldarî detayên çalakiya ku gelek mirî û birîndar tê de hene de her kû agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

KONVOYA LEŞKERÎ BÛ HEDEF

10’ê Hezîranê saet 14.00’an dema konvoyek artêşa TC ji Şirnexê derbasî Cizîrê dibû, hêzên gerîlayên me ew kirin hedef. Di encama çalakiya sabotajê ya li nêzî gundê Çemê Şemo de wesayîta zirxî ya bi tîpa Reo bi temamî hate rûxandin. Di wesayîte gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.

Balafirên şer derdora gundê Kêla Memê ya girêdayî Qilebanê bombe kirin. Li vî gundî û derdor, gel mêşvantiyê dike. Di encama bombekirinê de li qadên ku gel debara xwe lê dikin zerarên madî çêbûne.

LI BISMILÊ LI DIJÎ WESAYÎTA LEŞKERÎ YA DOBLO ÇALAKÎ

8’ê Hezîranê danê êvarî li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa Doblo, yekîneyk gerîlayên me li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Bismil a Amedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de leşker hate kuştin, wesayîta zirxî ya Akrep ku ji bo destwerdanê hatibû jî bû hedef. Di vê wesayîta Akrep a teqle avêt de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

6-7’ê Hezîranê saet 10.40-12.30’an û 13.00’an artêşa TC bi balafirên şer ve ereaziya navçeya Licê ya Amedê, derdora gundên Qurmik û Zengasor, qada Mezra Miho û Şehîd Ferhat ên li herêma Şehîd Remzî bombe kir.

Artêşa TC rêya Mûş-Pasûrê girtiye. Li van qadan amadekariyên operasyonê hene.

Qereqola Hervîs a girêdayî Bedlîsê, ji 9’ê Hezîranê ve eraziyên derdora xwe dide ber hewan û çekên A4. Li derdora qereqolê tevgera helîkopterên Skorsky jî heye.

LI KANÎREŞÊ KEMÎN

Artêşa TC hefteya dawî li derdora gundên Sikavêla, Alavûz, Bedran û Alpîra yên girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê bi awayekî zêde kemînan datîne. Li qadên kemînan, tevgera kontrayan a ku jin jî tê de ne pêk tê. Pêwîst e gelê herêmê li beramberî van kontrayan baldar be.

Ji destpêka meha Hezîranê ve artêşa TC li derdora gundên Azîzan û Heciyan ên girêdayî Kanîreş bi piştgiriya cerdevanan ve kemînan datîne. Ev tevger hê jî didome.”