Tûncel: Ti hêviyek me ji dewletê nîne; em berxwedanê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel destnîşan kir, ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîne hêzeke 'nebe nabe'.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel destnîşan kir, ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîne hêzeke 'nebe nabe'.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, bi endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Hevserokên Bajaran ên partiya xwe re li avahiya DBP'ê ya Amedê civînek lidar xist.

Tûncel beriya civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û bûyerên siyasî yên dema dawî nirxand.

Tûncel da xuyakirin, kongreya wan a awarte ya 28'ê Gulanê, bersivek li hemberî hemû êrîşên li dijî partiya wan bû û diyar kir, kongre nîşaneya israra wan a di demokrasiyê de ye."

Sebahat Tûncel rewşa rêveberê partiya xwe yê Şirnexê Hûrşît Kulter bibîr xist û da zanîn, ku 16 roj in ew ti agahiyê jê nagirin. Tûncel diyar kir, bi wesîleya vê civînê ew dixwazin careke din li aqûbeta Kulter bipirsin û destnîşan kir, divê Waliyê li Şirnexê vê rewşê zelal bike.

Tûncel bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan ku di got, "Ev têkoşîn wê heta qiyametê dewam bike" û wiha pê de çû: "Ev daxuyanî nîşan dide ku şer ji bo dewamkirina xanedanê tê meşandin. Gel wê ji vê daxuyaniyê re nebîn 'belê'. Ev daxuyanî daxuyaniya şer, mirin û zilmê ye." 

'HETA AKP NEÇE, AŞTÎ NEPÊKAN E'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel destnîşan kir, ku siberoja gelan di aştiyê de ye ne di şer de û diyar kir, heta AKP neçe, nepêkan e aştiyeke mayînde bê. Tûncel da xuyakirin, ku CHP jî ji bo AKP'ê bûye ava jiyanê û got, "CHP jî wê nikaribe aştiyê bîne vî welatî. Destekê dide daxwaza Erdogan a guhertina rejîmê. Têkildarî ti pirsgirêkên li welêt nikare polîtîkayekê bafirîne."

'BANGEK ME LI DEWLETÊ NÎNE'

Tûncel da zanîn, yên li Kurdistanê sûc li dijî mirovahiyê kirine wê ji sedî sed hesab bidin û got, "Ya li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Şirnexê hatin kirin, ne ya qebûlkirinê ye. Mala gelê Kurd bi serî de hilweşandin. Li cihê şer lê nîne jî xanî xera kirin. Tevî ku dan xuyakirin ku operasyon qediya ye, çima qedexe dewam dike? Malên gelê li wir tên talankirin. Ji bo rewşa li Geverê rû da, li Nisêbîn û Şirnexê rû nede, em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl dikin. Ti bendewarî û hêviyek me ji dewletê nîne. Lewma em ê ti bangê li dewletê nekin."

'BANGA BERXWEDANÊ'

Tûncel işaret bi giraniya pêvajoyê kir û got, "Li hemberî van polîtîkayên şer divê gelê me rêxistinbûyîna xwe xurt bike û li ber xwe bide. Di vê demê de, li hemberî polîtîkayên şer ên dewletê, parastina demokrasî û azadiyê, di asta însanî û jiyanî de girîng e. Tevî hemû êrîşan jî, parastina azadî û demokrasiyê erk û wezîfeya me ye."

'KURD NEBIN NABE'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel destnîşan kir, ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîne hêzeke 'nebe nabe' got, "Di sedsaliya Sykes Picot de neçar in erdnîgariya Kurdistanê bibînin. Demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, siberoja gelên Rojhilata Navîn bi siberoja gelê Kurd ve girêdayî ye."

Piştî daxuyaniya Tûncel, civînê destpê kir.