Li nêzî lojmanên edliyeyê yên li Pulurê teqînekê rû da
Li navçeya Pulur a Dersîmê, li nêzî lojmanên edliyeyê teqînekê rû da.
Li navçeya Pulur a Dersîmê, li nêzî lojmanên edliyeyê teqînekê rû da.
Saet di 13:30 de li nêzî lojmanên edliyeyê teqînekê rû da. Tê gotin, ji ber teqînê birîndar hene û gelek ambûlans sewqî herêmê hatine kirin.
Di encama teqînê de şewat bi avahiyan ket û ji bo vemirandina şewatê, arkujan berê xwe dan cihê teqînê.