Cenazeyên 5 cangoriyan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 5 têkoşerên azadiyê yên li cih û demên cuda jiyana xwe ji dst dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 5 têkoşerên azadiyê yên li cih û demên cuda jiyana xwe ji dst dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 5 têkoşerên azadiyê yên li cih û demên cuda jiyana xwe ji dst dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina têkoşer Adil Çopan (Adil Daban), Welat Kobanê (Mihemed Mistefa), Awaz Ehmed, Mahir Mihemed û Rizgar Kobanê (Mehmûd Osman) ku di cih û demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.
Cenazeyên 5 têkoşeran ji vir hatin wergirtin û bi karwanekî ji wesayîtan birin Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik. Li goristanê meresîmek hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê YPG`ê Engîzek Dogan, li ser navê Rêveberiya Asayîşa Kobanê Mirad Kobanê û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her pênc têkoşeran re hat xwestin û hate gotin ku gelê Kobanê piştî berxwedana bêhempa hîna jî bedelên giran ji bo gihîştina azadiya xwe dide û wê hîna jî bedela azadiyê ya giranbuha bide.
Di axaftinan de hate gotin, têkoşerên ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin, rûmeta welat in û wê navên wan di rûpelên dîrokê de bin û ti carî nayên jibîrkirin.
Piştî axaftinan nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û cenazeyên wan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.
Nasnameyên têkoşeran wiha ne:
Nasnav: Rizgar Kobanê
Nav paşnav: Mehmûd Osman
Navê Dayikê: Fatme
Navê Bav: Muhyedîn
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê-1999
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Kobanê -2012
Cih û Dîroka Şehadetê: Operasyona Rizgarkirina Minbicê- 10-6-2016
Nasnav: Adil Çopan
Nav paşnav: Adil Daban
Navê Dayikê: Şemsê
Navê Bav: Murad
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Gundê Şêxçopan-1995
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Kobanê- 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Operasyona Rizgarkirina Minbicê 7-6-2016
Nasnav: Welat Kobanê
Nav paşnav: Muhemed Mustefa
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mustefa
Cih û Dîroka jidayîkbûnê: Gundê Çarqilê yê rojhilat- 2015
Dîroka Tevlêbûnê: 2015
Cih û Dîroka Şehadetê: Operasyona Rizgarkirina Minbicê -11-6-2016
Nav: Awaz Ehmed
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ebdullah
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê 1999
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 26-10-2015
Cih û Dîroka Şehdetê: Kobanê -11-6-2016
Nav: Mahir Muhemed
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Fethî
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê 1982
Dîroka Tevlêbûnê: 26-11-2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê -11-6-2016