Şirnexî: Em dixwazin li mala xwe vegerin

Şirnexiyên ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê ji neçarî koç kirine gotin, "Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin" û xwestin, qedexe derhal bê rakirin.

Şirnexiyên ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê ji neçarî koç kirine gotin, "Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin" û xwestin, qedexe derhal bê rakirin.

Tevî ku dewleta Tirk bi daxuyaniyekê got, "Operasyon qediya ye", ev 89 roj in çeteyên Qesrê êrîşî Şirnexê dikin. Şirnexiyên ji ber êrîşan ji neçarî koç kirine, li benda roja vegerê ne. Şirnexiyên koçî Cizîrê kirine û ji ber xanî bi destê wan neketiye 2-3 malbat bi hev re xanî girtine, dixwazin qedexe were rakirin.

Dayika 8 zarokan Bahar Acûr (50) a li taxa Bahçelîevlerê dimîne diyar kir, bi destpêkirina êrîşan re wê zarokên xwe şandiye Cİzîrê. Acûr da zanîn, wan nexwestiye ji Şirnexê derkevin û heta roja 25. a qedexeyê jî tevî hevjînê xwe li bajêr ma ye. Acûr got, "25 rojan bi tank û topan êrîşî me kirin. Em nikarîbûn derkevin derve. Çend ji cîranên me ma bûn. Piştî ku av jî li ser me birîn, neçar man derkevin. Ji ber ku gava mirov derdiket derve, yekser dihat qetilkirin."

Dayika 4 zarokan a bi navê Husna Okan (27) jî anî ziman ku ev 3 meh in ji Şirnexê koçber bûne û hatine taxa Nûrê ya Cizîrê. Okan got: "Qedexe destpê kir em hatin vir. Em 4 malbat vir dimînin. Psîkolojiya zarokên me tev xera bûye. Me nedixwest ji malên xwe derkevin. Dema ku qedexeyê destpê kir polîsan anons dikir. Piştre dengê çek û teqînan dihat. Hevjînê min naxebite. Dema ku em ji Şirnexê derketin me nikarîbû tiştekî bi xwe re bînin."

Okan da zanîn ku dema ku qedexe rabe ew ê vegerin Şirnexê û got: "Çi dibe bila bibe em ê vegerin axa xwe. Em nizanin çi bi mala me bûye. Dewletê mala me xera kir û şewitand. Bila xera jî bikin. Em ê vegerin axa xwe. Zaroktiya me li Şirnexê derbas bû, em ê vegerin."