Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeye Demokratîk diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Minbic û gundewarên wê hatin şikandin, herî kêm 31 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gelek alavên leşkerî hatin bidestxistin.
Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê, li Minbic û hawirdorê wê nikarin li pêşiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û şervanên QSD’ê bisekinin û her roj derbên giran dixwin. Diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin ji aliyên cuda ve êrîşan li dar bixin.
Navenda QSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Yek ji van êrîşan jî 12’ê Hezîranê li dijî gundên Kadriyê, Ebû Tabat, Kurdîşan û Hepsawiyê yên dikevin başûrrojhilatê bendava Tişrîn û rojavayê Eyn Îsa bû. Çeteyan destpêkê ji şev heta sibehê bi çekên giran, topên hawan û cehenemê li van gundan xistin û piştre jî, ji pir aliyan ve dest bi êrîşê kirin. Bi wesayîtên teqemenî ketin nava gundan û xwe teqandin. Şervanên me bi wêrekiyek mezin li dijî êrîşên çeteyên hov sekinîn û piştî demekî kin hemû çeperên çeteyan hatin şikandin. Piştî şerên dijwar ên rojekê, hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin û derbên giran li çeteyan hatin xistin.
Di şerê gundên Kadriyê, Ebû Tabat û Kurdîşan de qasî hat zelalkirin 26 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û cenazeyê 5 ji van çeteyan hatin bi dest xistin. Şerê li van gundan de 2 wesayîtên doçka 23,5mm, 3 motor û 1 treks hatin ruxandin. Dîsa hêzên me li vir 1 wesayîta VAN, 7 kleş û rextê wan, 1 BKC û çentekî 1.500 guleyên BKC, 1 roketajêja B7, 7 gule û heşoyên wê, hinek belgeyên çeteyan û telefon bi dest xistin.
Li gundê Hepsawiyê jî gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin lê hejmarê çeteyan nehat zelalkirin. Di lêgerîna li vê gundî de hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 1 BKC, 1 roketavêja B7, 2 kleş û rextê wan.
Di şerê rojekî de li gundê Hepsawiyê 5, li gundên din jî 8 şervanên me yên leheng, ji bo welat xwe feda kirin û gihiştin şehadetê. Ji van şervanan 5 endamê Ceyş El-Suwar, 8 hevrêyên me, yên din jî şervanên Elewiyat Firatê ne.
Çeteyên DAIŞ’ê îro sibehê saet 5:00’an de xwestin li dijî gundê Ebû Fas a girêdayî Şedadê êrîşekê li dar bixin. Şervanên me bersivên xurt dan çeteyan. Piştî şerekî demkurt çete bi neçarî paşve reviyan.
Em di serî de ji malbata şehîdên xwe, piştrê ji hemû gelê xwe re ser saxî dixwazin û soz didin wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.”