7 leşker hatin kuştin, tankek hate ruxandin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê de qasî ku hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin, tankek hate ruxandin.

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê de qasî ku hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin, tankek hate ruxandin.

Di daxuyaniyê de ev detayan cih girtin:

SÊRT

“12’ê Hezîranê saet 19.50’an hêzên gerîlayên me li dijî Qereqola TRT Beykent a girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê çalakiye li dar xistin. Di vê çalakiyê de nîzamiye û xwaringeh bûn hedef; 2 leşkerên li nîzamiyeyê hatin kuştin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li xwaringehê nehatin zelalkirin. Ev çalakiya ji bo bîranîna heval Nûrhak û Hasan ên 1’ê Hezîranê li navçeya Hezex a Şirnexê şehîd ketin hate lidarxistin.

ŞIRNEX

11’ê Hezîranê saet 19.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Çelê Nimeja ya girêdayî Şirnexê çalakiyek berfireh li dar xistine. Di encama vê çalakiya ku avahiya qereqolê û çeper bi çekên giran bûn hedef de tankek hate ruxandin.

Her wiha, hêzên me bi çekên giran li tûgaya Şirnexê jî dane. Di encama lêdanên bi bandor a lojmanên qereqolê de di lojmanan de şewat derketiye. Di heman demê de hêzên me bi çekên sûîqestê ve li leşkeran dane. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê jî qereqolên li derdora qada çalakiyê dan ber çekên giran.

13’ê Hezîranê saet 10.30’an artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanên gundên Pîrosa, Hemka, Melîsê Bermanê ve li qadên Setkarê, Çemanê, Komatê û Îkîncî Kopru yên girêdayî Elkê yên Şirnexê dest bi operasyonekê kirine.

BEDLÎS

12’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kotan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.

12’ê Hezîranê saet 19:45’an de yekîneyên me li hember qereqola Qenexder a Bedlîsê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de nîzamiye, kule, konteynir û avahiya qereqolê bûn hedef û bi awayekî bi bandor hate lêxistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir; qûntarên Kember û Kûrîs jî bi obusan bombe kirin.

QERS

12’ê Hezîranê saet 01:00’an de yekîneyên me li hember girekî ku leşker lê bi cih bibûn û Şaxa Leşkeriyê ya navçeya Qaxizman a Qersê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya li hember Şaxa Leşkeriyê hate lidarxistin de hêzên me ji nêzîk ve bi awayekî pir bi bandor lêxisine û 4 leşker hatine kuştin û 2 çeper hatine îmhakirin. Her wiha girê li ketina navçeyê jî bi çekên navîn û ferdî bû hedefa hêzên me, li vir jimara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Pîrdogan û Rûstem ên li navçeya Bazîd a Agiriyê şehîd ketine hatiye lidarxistin.

AGIRÎ

12’ê Hezîranê saet 17:30’a nde balafirên şer ên artêşa TC’ê herêma Tendûrek a Agiriyê bomberdûman kirin.

AMED

7’ê Hezîranê di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li bejahiya navçeya Licê ya Amedê de hevrêyê me Andok Ozgur gihiştiye şehadetê.”

NASNAMEYA GERÎLA

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Andok Ozgur

Nav û Paşnav: Eser Tekîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Saniye - Ziya

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2016’an / Amed

 

...