Zagros: Eger Erdogan komkujiyan nesekinîne, wê kes nikaribe ciwanan bisekinîne

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros got, "Eger Erdogan komkujiyên li Kurdistanê dike nesekinîne, di serî de li Tirkiye wê gelemperiya li Rojhilata Navîn xwîn birije."

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros got, "Eger Erdogan komkujiyên li Kurdistanê dike nesekinîne, di serî de li Tirkiye wê gelemperiya li Rojhilata Navîn xwîn birije."

Zagros bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk ji ber vê li hemberî gelan dike û da zanîn, li şûna guherîn û veguherînê, dewleta Tirk sedan sal in çanda komkujiyê kûrtir dike û veguherandiye siyaseteke qirêj û rojane.

'BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ BÛYE ÇANDA CIWANÊN KURD'

Zagros da xuyakirin, ji komkujiyên hovane yên DAIŞ'ê girantir AKP û çeteyên AKP'ê îro li hemberî gelê li Bakurê Kurdistanê dikin û wiha pê de çû, "Ji ber ku AKP'ê nikarîbû xwe li xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin rabigire, serî li her şêwe nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê da. Ev yek jî bi taybetî li hemberî ciwanên Kurd kir û dike. AKP gelekî baş pê dizane, ku ciwanên Kurd bêtirs li dijî polîtîkayên şerê taybet bi ruhê fedayî li ber xwe didin. Eger îro li Kurdistanê li dijî hêzên faşîst berxwedaneke bi heybet hebe, ev yek berhema ciwanên Kurd e."

Zagros destnîşan kir, ciwanên Kurd ti carî li hemberî siyaseta qirkirinê bêdeng neman e û got, "Heta roja îro, timî li ber xwe dan, rabûn ser piyan û serî rakirin. Berxwedana li dijî zilmê bûye çanda ciwanên Kurd. PKK vegotina vê çandê ye."

'ERDOGAN WÊ NIKARIBE VÎNA KURDAN BIŞIKÎNE'

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros da zanîn, ciwanên Kurd çanda xwe ya berxwedanê kiriye malê civaka Kurd û hemû gelan û got, "gelên Rojhilata Navîn jî xwedî vê taybetmendiyê ne.

Zagros diyar kir, civaka Kurd jî mîna ciwanan li ber xwe dide, li hemberî zilm û mêtîngeriyê bi lehengiyeke mezin têdikoşe û axaftina xwe ya li ser mijarê wiha dewam kir: "Em dibînin ev ruhê berxwedanê li Kurdistanê mîna volkanê diteqe. Em dibînin dewleta faşîst a Tirk bajarên Kurdistanê dişewitîne, hildiweşîne, zarokan digire û qetil dike, dest davêje jinan û wan qetil dike. Erdogan van êrîşên xwe, di şexsê ciwanên Kurd de ji bo şikandina vîna gelê Kurd dike. Dewleta Tirk bi hêrseke gelekî mezin êrîşî gelê Kurd dike. Sedema vê jî ew e; ciwanên Kurd di roja îro de derbeke mezin li netewe dewletê xistine, siyaseta qirêj a Erdogan teşhîr kirine û rûyê wî yê rastî nîşanî tevahiya cîhanê dane."

'ERDOGAN JI CIWANÊN KURD DITIRSE'

Zagros bibîr xist, dewleta Tirk di roja îro de plana Şark Islahatê tevî siyaseteke qirêj dimeşîne û got, "Bi vê siyaseta gemarî ve dixwazin civakê dejenere bikin, demografiyê biguherînin û xwezayê talan bikin. Bi sîxurkirina ciwanên Kurd dixwazin berxwedanê bitepisînin. Ji ber ku Erdogan ji ciwanên Kurd gelekî ditirse. Heta niha Osmanî û Komara Tirkiyeyê di pozîsyoneke ji Kurdan xurtir de tevgeriyan. Lewma di şexsê êrîşa li hemberî ciwanên Kurd de êrîşî vîna Kurdan dikin. Ji ber ku netewe dewlet û hemû dek û dolabên wan ên gemarî têk diçin."

'FELSEFEYA RÊBER APO NIFŞEKÎ RADÎKAL AFIRAND'

Zagros got, "Divê netewe dewlet bê hilweşandin û li şûna wê komareke demokratîk were avakirin" û destnîşan kir, ji ber vê yekê divê gel û ciwanên Kurd û temamiya gelên Rojhilata Navîn li hemberî êrîşan performanseke bilindtir nîşan bidin."

Hevseroka KONGRA GEL işaret bi girîngiya derxistina hemû saziyên dewleta Tirk ji Kurdistanê kir û wiha dewam kir: "Dewleat Tirk û modernîteya wê ya kapîtalîst hewl didin ciwanên Kurd ji cewherê dûr bixînin. Lê divê tiştek neyê ji bîrkirin; Serok Apo û tevgera azadiyê PKK wê ti carî nehêlin ev polîtîkayên qirkirinê yên qirêj bi ser bikevin. Em îro dibînin, felsefeya Rêber Apo nifşekî gelekî radîkal afirandiye. Çawa ku ciwanên Kurd ji bo berxwedana Kobanê di şevekê de sînorê Kobanê ji holê rakirin û dest bi berxwedaneke bi heybet kirin, îro jî bi heman ruhî li dijî dîktatoriya Erdogan têdikoşin. Divê Erdogan baş bi vê zanibe; Eger van êrîşên hovane yên li hemberî gelê Kurd nesekinîne, hêza kesî wê têra sekinandina ciwanan neke. Ev ciwan, îro ji bo jiyaneke nû û azad, li dijî vê zîhniyeta hovane canê xwe parçe parçe dikin. Çalakiyên li Enqere û Stenbolê nîşaneya vekirî ya vê rastiyê ye. Eger Erdogan dawî li vê siyaseta xwe ya qirêj nîne, di serî de Tirkiye wê li gelemperiya Rojhilata Navîn xwîn birije. Û yekane berpirsyarê vê jî wê siyaseta qirêj a Erdogan be."