Yazar ji aliyê malbat, hevalên wî yên têkoşînê ve hate oxirkirin
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li warê wî Rihayê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li warê wî Rihayê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li warê wî Rihayê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Siyasetmedarê Kurd Ferîdun Yazar ê ku di 72 saliya xwe de duh jiyana xwe ji dest da, îro spartin axê. Cenazeyê Yazar duh di saetên êvarê de ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Guven a Enqereyê hate girtin û anîn Rihayê. Yazar li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan ji aliyê komeke girseyî ve hate pêşwazîkirin. Darbesta Yazar îro di saetên nîvro de bi beşdariya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê jî di nav de ji aliyê bi hezaran kesî ve anînin taxa Ordeka Biçûk. Piştî nimêjê, cenazeyê Yazar di nav hêstirên çavan de spartin axê.
Keça Yazar, Revşan Yazar di merasîma cenazeyê de axivî û got ku bavê wê di jiyana xwe de her dem têkoşînê meşandiye. Yazar destnîşan kir ku bavê wê têkoşîna azadî, demokrasî û biratiya gelan bênavber meşandiye û got "Di nav rûmetê de ji me xatir xwest. Ezê jî her dem li ser şopa wî bimeşim."
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî sersaxiyê ji gelê Kurd re xwest û balê kişand ser jiyana têkoşer a Yazar. Tuncel diyar kir ku Yazar di jiyana xwe de her dem mafên gelê Kurd parastiye û wiha axivî: "Em soz didin wî ku heya gelên Rojhilata Navîn azad bibin emê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî axivî û got ew welatparêzekî ku jiyana wî bi têkoşînê derbas bûye bi rê dikin. Guven anî ziman ku Yazar mirovek xweş û fedakar bû û wiha pê de çû: "Yazar di ciwaniya xwe de got gelê Kurd di bin dagirkeriyê de ye û dest bi têkoşîna kir. Wî got heya gelê Kurd jî weke gelên cîhanê azad bibe divê têkoşîn bidome. Mirina wî ji bo me gelek giran hat lê em soz didin wî ku emê di riya wî de bimeşin."
Têketina taxa ku cenaze anînê de TOMA û wesayîtên zirxî tevdîrên zêde yên ewlehiyê girtibûn.