'Pêwîstiya Geverê bi alîkariya lezgîn heye'
Komeleya Alîkariya Rojava ji bo Geverê banga lezgîn kir û da zanîn, pêwîstî bi madeyên xwarinê, betanî û kelûmelên jiyanî heye.
Komeleya Alîkariya Rojava ji bo Geverê banga lezgîn kir û da zanîn, pêwîstî bi madeyên xwarinê, betanî û kelûmelên jiyanî heye.
Nûnerê Komeleyê Metîn Alma da xuyakirin, ku alîkariya tê kirin kêm e û bang li her kesî kir ji bo berê xwe bidin Geverê.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, birîn hêdî hêdî tên pêçandin. Li navçeya ku ji sedî 70 xera bûye, gel li hewş û bexçeyên xwe kon vedaye û li vir dijî.
Piştî ku gel li navçeyê Geveriya, jiyanê ji nû ve destpê kir. Nebûna elektrîk û avê, ji pirsgirêkên herî mezin ên li taxan e.
Koordînasyona destekê û avakirinê ya ji aliyê Şaredariya Geverê ve hat avakirin, karên xwe yên li navçeyê dewam dike.
Koordînasyonê ji bo navçeyê bangeke lezgîn kir û diyar kir, pêwîstî bi madeyên xwarinê, betanî, xwarina zarokan, pedê jinan, nivîn, beroş, kelûmelên jiyanî û paqijiyê heye.
Nûnerê Koordînasyona Geverê ya Komeleya Alîkariya Rojava Metîn Alma li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, wan ji bo navçeyê koordînasyoneke destekê ava kirine, ev koordînasyon ji Komeleya Elele'yîz, Komeleya Rojava û xebatkarên dildar pêk tê.
Metîn Alma li ser xebatên xwe got, "Me ewilî komek ji dildaran ava kir. Em hem karê tespîtkirina xisarê dimeşînin, hem jî desteka xwarinê dikin. Gelek deverên Geverê hatine şewitandin û xerakirin. Xurek, kinc û betanî gelekî kêm in. Ji ber ku bandora hilweşandinê gelekî mezin e. Ji bo mirov karibin bijîn, pêwîstiya wan bi her tiştî heye. Em koliyên destekê amade dikin. Di van koliyan de kelûmelên jiyanî, beroş û betanî hene. Lê ev gelekî kêm in."
'DIVÊ EM BI LEZ Û BEZ XWE BIGIHÎNIN MALBATAN'
Alma da zanîn, ji sedî 80 ê Geverê hatiye hilweşandin û got, "Bang li her kesên dikarin bi dildarî bixebitin dikim. Bila werin tevlî vî karî bibin. Pêwîstî bi hêza fîzîkî jî heye. Li Geverê pêwîstî bi madeyên xwarinê, betanî, nivîn, beroşan heye. Lewma em bang li her kesên xwedî wijdan dikin. Bila bi me re têkiliyê deynin û werin vê derê tevlî karên avakirinê bibin. Tor û têkiliya me roj bi roj mezin dibe; me bi 8 kesan destpê kirin, niha em bi qasî 60 kes in dixebitin. Lê pêwîstiya me bi hîn bêhtir mirovan heye. Em çiqasî karibin zû xwe bigihînin malbatan, ewqasî baş e. Em bi tenê karê belavkirinê nakin; em bi malbatan re sohbetê jî dikin. Di vî warî de pêwîstî bi gelek hevalan heye."
'HÛN JÎ BÊN Û BIBIN DILDAR'
Fatma Aydin a ji Stenbolê weke dildarekê hatiye Geverê diyar kir, wê li Geverê hilweşîneke gelekî mezin dîtiye. Aydin da xuyakirin ku bi qasî 20 hezar mirov bê cih û war man e û got, "Weke dildarekê ez li vir im. Li taxan gelek avahî xera bûne. Em kelûmelên alîkariyê li vê derê tesnîf dikin. Piştre jî digihînin gel. Pêwîstiyeke lezgîn bi madeyên xwarinê û betaniyê heye. Bi taybetî pêwîstî bi pedê jinan, xwarina zarokan û nivînan heye. Hilweşîna li vir bandor li gelek mirovan kir. Êvarî hewa li vir pir sar e. Lewma madeyên xwarinê zû diqedin. Bi lezgînî pêwîstî bi xebatkarên dildar û kelûmelên jiyanî heye. Pêwîste mirov bi lezgînî werin vê derê."