Di çalakiya fedaî ya li Şirnexê de zêdetirî 20 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya fedaî ya 10’ê Hezîranê li navenda Şirnexê pêk hat de zêdetirî 20 leşkeran hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:” 10’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li derdora gundê Kelika Rezak a girêdayî navenda Şirnexê li dijî nuqteyek leşkerî bi wesayîte bombebarkirî ve çalakiyek ferdaî li dar xistibûn. Hevalê me Bahoz Hakkarî bi tarzekî fedaî berê wesayîtê da hewşa qereqolê û çalakî pêk anî. Di vê çalakiyê de zêdetirî 20 leşkeran hatin kuştin. Her wiha gelek wesayîtên sivîl ên li qereqolê jî hatin derbkirin.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

 Nasnav: Bahoz Hakkarî

Nav û Paşnav: Nacî Bozkûrt

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Halîme - Hacî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016 / Şirnex

...