KCK'ê li ser wefata Yazar daxuyaniyek da û got, "Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê keda demokrat welatparêzê hêja Ferîdûn Yazar ji bîr neke, wê xewn û xeyalên wî bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ve tacîdar bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew bi wefata siyasetemdarê Kurd ê demokrat Ferîdûn Yazar êşiyan e, ji malbat, xizmên wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Temamiya jiyana xwe bi têkoşîna siyasî demokratîk derbas kir, ji roja destpêkê ve weke dostê Tevgera Azadiyê ya Kurd xizmet ji têkoşîna azadiyê re kir, bi rûdana serhildanan û vebûna qaa siyasî demokratîk re bêteredût cihê xwe di nava Partiya Kedê ya Gel de girt. Ji wê rojê heta îro, bû yek ji neferên têkoşîna siyasî demokratîk.
Beriya sala 1980'î, dema Şaredarê Rihayê bû bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re têkilî danî, ji ber vê yekê jî bû hedefa faşîstan. Tevgera me ya azadiyê jî li dijî faşîstan, ev welatparêzê xwe yê hêja parast. Dema darbeya faşîst a 12'ê Îlonê pêk hat, yek ji siyasetmedarên ku bi hinceta têkiliya xwe bi PKK'ê re heye hatin girtin, Ferîdûn Yazar bû. Di dema darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê de, ji ber têkiliya xwe ya bi PKK'ê re du salan li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê hat ragirtin.
Piştî ku ji girtîgehê derket, hewl da berpirsyariya xwe ya demokratîk welatparêz bi cih bûne û têkiliya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re dewam kir. Di dema şerê qirêj ê salên 1990'î de cihê xwe di nava têkoşîna siyasî demokratîk de girt, di têkoşîna demokasî û azadiyê ya gelê me de bû xwedî kedekê.
Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê keda demokrat welatparêzê hêja Ferîdûn Yazar ji bîr neke, wê xewn û xeyalên wî bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ve tacîdar bike."