Dosya ji bo ji nû ve darizandina Ocalan radestî DMME hat kirin

Piştî ku daxwaza ji nû ve darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, parêzeran dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Piştî ku daxwaza ji nû ve darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, parêzeran dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME têkildarî darizandina Ocalan de di salên 2003 û 2005'an de tespîta binpêkirinê kiribû û ji bo ji nû ve darizandinê Tirkiye mehkûm kiribû. Lê belê Tirkiye, ji bo Ocalan neyê darizandin, qanûneke taybet derxist.

Ji bo ji nû ve darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan, lê ev serlêdan hat rekirin. Li ser vê yekê, parêzerên Ocalan dosya birin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî da xuyakirin, ku di çarçoveya qanûna bi hejmara 6459 a di nava Paketa Dadgeriyê ya 4. de cih digire û di sala 2013'an de hat derxistin, wan serlêdana ji nû ve darizandinê kirine. Yureklî diyar kir, piştî ku ev daxwaza wan hat redkirin wan serî li DDB dane û got, "Ji ber ku DDB'ê jî red kir, rêyên hiqûqa navxweyî qediyan. Lewma em neçar man di 6'ê Hezîrana 2016'an de dosyayê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Me jî ji bo ji nû ve darizandina Ocalan serî li DMME dan."

Yureklî ragihand, darizandina Ocalan a sala 1999'an li dijî hiqûqê bû û bibîr xist, DMME têkildarî darizandina Ocalan de di salên 2003 û 2005'an de tespîta binpêkirinê kiribû û ji bo ji nû ve darizandinê Tirkiye mehkûm kiribû. Der barê tespîta binpêkirinê ya DMME de Yureklî got, "Ji ber ku Ocalan gelekî di binê çavan de hat ragirtin, di vê demê de rêyên hiqûqî hatin xitimandin, hevdîtina bi parêzeran re hat astengkirin, pêşî li parêzeran û wî hat girtin ku dosyayê bigihînin cihê pêwîst û li dadgeheke ne bêalî ya leşkerî hat darizandin, dadgehê biryara binpêkirina mafê Ocalan da. Yekane rêya sererastkirina vê yekê, li dadgeheke serbixwe ji nû ve darizandin e."

Yureklî da zanîn, Tirkiye ya bi vê biryara DMME dizanîbû, beriya biryar bê dayîn qanûneke taybet derxist ji bo Ocalan nikaribe jê sûdê werbigire. Yureklî got, "Xwest pêşî li ji nû ve darizandina Ocalan bigirin. Daxwaza parêzerên Ocalan a ji bo ji nû ve darizandina Ocalan, li gorî vê qanûnê red kirin. Lê belê, tevî ku ev qanûn bi taybetî ji bo Ocalan hat derxistin, gelek kes ji mafê ji nû ve darizandinê bêpar hişt. DMME biryar da bi sedan kes ji nû ve werin darizandin. Vê yekê di nava sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê de rê li ber krîzekê vekir."

Parêzer diyar kir, bi qasî 200 kesên mîna Ocalan ji nû ve darizandina wan hat redkirin, bi sererastkirina nû re mafê ji nû ve darizandinê bi dest xist û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke nûnerên hiqûqî yên Ocalan bi qanûna sala 2013'an re me daxwaza ji nû ve darizandinê kirin. Ji ber binpêkirina qanûna pîvana wekheviyê me serî li DDB dan. Me ev serlêdan li gorî biryarên DMME kir. 11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, bêyî hincetekê nîşan bide serlêdana me red kir. Em li dij derketin. Mercê dijderketinê jî bêyî sedemekê nîşan bide serlêdana me red kir. Li ser vê yekê me serî li DDB dan. DDB jî serlêdana me ne ji aliyê esasî ve, ji aliyê ûsilê ve red kir."

Yureklî da zanîn, DDB bi zanebûn tercîheke polîtîk kiriye, qet bala xwe nedaye esasê û serlêdan red kiriye. Yureklî got, "DDB di serlêdanên mîna vê de ji aliyê esasê ve biryar dida. Serlêdana me ji aliyê esasê ve nenirxand. Halbûkî diviyabû biryareke erênî bida. Ji ber ku ev nekir, bi hinceteke bê sparte ji aliyê ûsilê ve red kir. Daxwaza me ya darizandina adil red kir. Vê yekê bêalîbûna dadgehê kir mijara nîqaşê."

Parêzer Yureklî tevî vê astengiya li pêşiya ji nû ve darizandinê bal kişand ser astengiya li pêşiya hevdîtina wan bi muwekîlê xwe re û got, "Ev pênc sal in serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê tên redkirin."