Heyeta çû Geverê: Hikûmetê biryara hilweşînê girtiye!

Hevserokê KESK’ê Ozgen çavdêriyên xwe yên Geverê vegot. Ozgen bal kişand ku bi biryarek navendî hilweşandin pêk hatine, destnîşan kir ku pirsgirêkên mal, xurek û avê didome.

Hevserokê KESK’ê Ozgen çavdêriyên xwe yên Geverê vegot. Ozgen bal kişand ku bi biryarek navendî hilweşandin pêk hatine, destnîşan kir ku pirsgirêkên mal, xurek û avê didome. Heyeta ku çû Geverê, wê çavdêriyên xwe bike raport.

Heyeta ku Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) Lamî Ozgen jî tê de, çavdêriyên xwe yên li navçeya Gever a Colemêrgê ku di êrîşên qirkirinê yên 79 rojan de veguheriye xirbeyan ragihand. Heyetê, her wiha têkîldarî hevdîtina bi Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak re jî agahî parve kirin.

Di civîna li Şaxa Colemêrgê ya KESK’ê de, heyeta lêkolînê ya KESK’ê û kedkarên li bajêr amade bûn.

‘BI BIRYAREK NAVENDÎ HILWEŞÎN PÊK HAT’

Ozgen got di bin navê şer de Gever bi zanebûn hatiye şewitandin, hilweşandin. Ozgen diyar kir ku şerên li Geverê 39 rojan dom kirine, piştî daxuyaniya “operasyon bi dawî bûn” domahiya 40 rojan bajar hatiye şewitandin û hilweşandin, got: “Li 4 taxên mezin, texrîbatên kargeh û malên ku hejmara wan nehatine tespîtkirin hene. Li Cizîrê bi tank û topan mal hatin hilweşandin, li Geverê jî mal bi şewitandinê hatin texrîpkirin, hatine bêkêrkirin.”

Ozgen da zanîn ku hêzên dewletê li bajar çekên kîmyewî bi kar anîne û ev hatiye tesbîtkirin. Li ser gelek dîwarên mal û kargehan nivîsînên nijadperest û zayendperestî hatine nivîsandin. Ozgen anî ziman ku hê jî nivîsînên nijadperestî li ser dîwarên mal û kergehan hene. Ozgen diyar kir ku dewlet rê nade ku welatiyên ku malên wan hilweşayî di nava mal û baxçeyên xwe de konan jî vedin.

Ozgen ragihand ku tevî hemû hewldanên veşartina rayedarên fermî jî rêveberiya navendî ji bo Geverê biryara hilweşandinê bi awayekî vekîri dabû û li ber çavan e. Ozgen wiha axivî: “ Her çiqasî Walîtî bi awayekî baş îfade neke jî biryara hilweşandina mal û kargehan biryarekî navendî ye.” Ozgen wiha dewam kir: “Dixwazin welatiyên li van 4 taxan neçarî koçberiyê bikin û ev ji bo vekirina cihên nû yên rantê ne. Her çiqasî polîtîkayên hikûmetê be jî wê sibehê ji bo şatiyekî civakî rê li ber xeteriyên pir cidî vekin û ev ji aliyê her kesî ve tê zanîn.”

Ozgen anî ziman ku li bajêr pirsgirêkên cidî yên xurekan hene, astengiyên kêfî yên li hember alîkariyên xurekan jî dewam dikin. Ozgen destnîşan kir ku gel pêdiviya xwe ya avê bi alîkariya tankeran pêk tîne, ev çareserî ji bo demekî kurt e, lê ji bo pêşerojê wê rê li ber nexweşiyên cuda veke hişyarî jî da. Ozgen diyar kir ku konê fitarê yê ku ji aliyê şaredariya Wanê û Geverê ve li bajêr hatiye danîn ji aliyê dewletê ve tên astengkirin, destnîşan kir ku astengî bi kêfî û bi hestên tolhildanê tên kirin.

’RAPORTEKÊ EM Ê AMADE BIKIN’

Ozgen da zanîn ku wê lêkolîna bikin raportek û bi raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê re parve bikin. Ozgen wiha got: “Raporta me mîna Cizîr û Farqînê, wê ji bo rêxistinên kedê ya navneteweyî, Federasyona Sendîkavanan a Ewropa (ETÛC), Enternasyonala Perwerdehiyê ya El û Rêxistina Xebatan a Navneteweyî (ILO) û nûnertiyên Tirkiyeyê re bên şandin. Wê di raportê de rewşa welatiyên ku li herêmê hevrûyî astengiyên tên, dîsa dema ku welatî birîndar dibûn ji xizmetên civakî bêpar diman, girêdayî pêvajoya şer çawan dihatin astengkirin wê cih bigirin.”