Atabay, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin

Vekîl Atabay ê ku di 10'ê Hezîranê de li gel du hevalên xwe li Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê wî spartin axê.

Vekîl Atabay ê ku di 10'ê Hezîranê de li gel du hevalên xwe li Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê wî spartin axê.

Welatiyê bi navê Vekîl Atabay ê ku di 10'ê Hezîranê de li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di şerê de li gel du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî, li taxa Kêl a navçeya Ebexê spartin axê. Cenazeyê Atabay ê ku ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê hate wergirtin bi merasîmeke cenazeyê dan axê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, rêvebirên HDP û DBP'ê, hevşaredarên Ebexê jî di nav de bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê atabay di ketina taxê de bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin û ji bo helaliyê birin mala malbatê. Pişt re darbesta Atabay li ser milan birin goristana taxê. Piştê wecîbeyên olî cenazeyê Atabay di nav dirûşmeyan de spartin axê.

Piştî merasîmê girsey çû mala şînê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan li vir axaftinek kurt kir û bertek nîşanî polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan da.

Li ser navê malbatê jî apê Atabay, Fethî Atabay axivî û got "Vekîl şehîdê hemû Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurd sax be."

Sersaxî wê 3 rojan bidome.

...