Zêdetirî 100 ciwanên Ereb tevlî refên YPG’ê bûn
Li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Xebat a li Hesekê zêdetirî 100 şervanên Ereb piştî dewreya perwerdeya bingehîn bi dawî kirin, tevlî refên YPG’ê bûn.
Li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Xebat a li Hesekê zêdetirî 100 şervanên Ereb piştî dewreya perwerdeya bingehîn bi dawî kirin, tevlî refên YPG’ê bûn.
Di 12'ê Pûşbera 2016 li Akademiya Şehîd Xebat a bajarê Hesekê dewreya ku bi tevahî ji dilxwazên pêkhateyên Ereb hatibû avakirin bi dawî bû. Di dewreya bi navê Şehîd Qutlî ku zêdetiri 100 şervan beşdar bibûn perwerde li ser waneyên leşkerî, bîrdozî û çandî hatibû rêxistinkirin. Bi boneya pîrozbahiya encama vê dewrê merasimek leşkerî bi tevlîbûna fermandarên YPG/YPJ, malbatên şervanan û hemwelatiyên herême hate birêvebirin.
Piştî deqqeyek rêzgirtinê, merasim hate destpêkirin. Fermandara YPJ Destîna Kobanê di merasimê de girîngiya pêngavên leşkerî û siyasî yên li bakurê Reqayê û Minbicê bi zimanê Erebî vegot û ev anîn ziman: "Li her devera ku bangawaziya gelê me hebe em weke beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk [QSD] wê li wir amade bin û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin,"
Piştî dewre ji aliyê fermandariyê li şervanan hate pîrozkirin, nasnameyên endamtiyê hatin belavkirin û silavên leşkerî hatin pêşkeşkirin. Tê zanîn ku Akademiya Şehîd Xebat amadekariyên xwe ji bo dewreyek nû ya perwerdeyê daye destpêkirin.