Bûldan: Dikanên li Geverê hatine talankirin
Heyeta ji parlamenterên HDP'ê, lêkolînên xwe yên li Geverê dewam dike.
Heyeta ji parlamenterên HDP'ê, lêkolînên xwe yên li Geverê dewam dike.
Heyeta ji parlamenterên HDP'ê, lêkolînên xwe yên li Geverê dewam dike. Li ser navê heyetê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan daxuyaniyek da û diyar kir, tevî ku şer li sûka bajêr neqewimî jî, dikanên li vê derê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine talankirin.
Heyeta ji Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Wanê Adem Geverî, Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan û endamên Meclîsên Partiyê yên HDP-DBP'ê pêk tê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li navçeyê ziyaret kir.
Heyetê ewilî dikandarên li sûkê ziyaret kir û piştre berê xwe da Yekîtiya Odeya Sanatkar û Dikandarên Geverê. Bi serokê odeyê Îrfan Sari re hevdîtin kir. Sari ji heyetê re qala hilweşîna li navçeyê kir û da zanîn, tevî ku şer li sûka Geverê neqewimî jî, hêzên dewletê ketine nava dikanan û malên di dikanan de dizîne.
Sari got, "Ketine nava dikanan û malên di hundir de bi kar anîne û avêtine naverastê. Di asteke bilind de bê exlaqî hatiye kirin."
Li ser navê Meclîsa Jinê ya HDP'ê parlamentera Stenbolê Pervîn Bûldan piştre axivî û diyar kir, asta zerarê gelekî mezin e. Bûldan got, "em duh li çend taxan geriya. Me hilweşîna li Cizîrê jî dîtin. Li Cizîrê bêguman êşên gelekî giran hatin kişandin, komkujî hatin kirin. Lê li Cizîrê hin xanî saxlem mabûn. Tevî xaniyên hatin hilweşandin hin xaniyên xera nebûbûn hebûn. Lê li vê derê, bi taybetî li taxa Cûmhûriyetê kevir li ser kevir nehiştine. Xaniyekî nehatiye xerakirin, zerar lê nehatiye kirin, nîne."
Bûldan bal kişand ser daxuyaniya "bidawîbûna operasyonan" û da zanîn, tevî vê yekê jî bi zanebûn qedexeya derketina derve nehatiye rakirin, ji bo xaniyên mayî jî werin hilweşandin. Bûldan got, "Ev yek hêrs, kîn û nefreta sîstem û dewletê ya li hemberî Kurdan radixe pêş çavan."
Heyetê piştre Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê (YUTSO) ziyaret kir û li dû hevdîtinên xwe yên li vir çû serdana Baroya Geverê.
Heyet bi serok û parêzerên baroyê re rûnişt. Endamên heyetê hevdîtinên xwe yên li Geverê dewam dikin.